​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn

Zanîngeha Rojava bi şahiyekê 581xwendekarên xwe yên salên 2018, 2019, 2020 û 2021 derçûnkirin.  

​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn
​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn
​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn
​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn
​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn
​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn
​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn
​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn
​​​​​​​581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava derçûn
31 cotmeh, 2021   16:31
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 581 xwendekarên salên 2018, 2019, 2020 û 2021'an şahiyek li stada Kilasîko ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Bi sedan xwendekar û malbatên xwe, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

/kr/uploads/files/2021/10/31/163446_ebd-ellah-el-mistefa.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevserokê Zanîngeha Rojava Ebdulîlah El-Mistefa ev roj bi rojeke dîrokî bi nav kir û got: "Pêwîstiya civakê weke pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan bi guhertina hişmendiya desthildar heye û tecrûbeyên cîhanî yên ji bo guhertinê gelek hene."

El-Mistefa da xuyakirin ku guhertin demek dirêj divê da ku bighêje armanca xwe û bi çûyîna nifşan guhertin tê çêkirin û wiha got: “Xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dergehên wan guhertinan e, ked û xwîna şehîdên me nîşana guhertinê ne. Divê em li hember vê yekê kar û xebatên xwe hîn xurtir bikin, em xwedî li mafê xwe derkevin û fêrî azadiyê bibin.”

Ebdulîlah El-Mistefa da zanîn ku ew ê hewlidanên xwe bikin da ku zimanê kurdî bikin zimaneke akademîk û wiha ji xwendekaran re got: “Bila hûn bizanibin hûn niha li cihekî herî bilind in, em hêviya pêkanîna guhertinekê ji we dikin.”

/kr/uploads/files/2021/10/31/163516_czf-lehdo.webp

Piştre Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûzêf Lehdo jî got: "Dijminên me gotin zanîngehên Rêveberiya Xweser ti carî bisernakevin, lê bi saya kadroyên zanîngehê û keda şehîdan me karî serkeftinê pêk bînin."

Cûzêf Lehdo da xuyakirin ku kadroyên Zanîngeha Rojava bi israr di rewşên dorpêçkirinê, şerê taybet, gef û êrişan li dijî herêman de karê xwe dewam kirin û wiha ji xwendekaran re got: “Karê we şerê li hemberî fikirê terorê û nijîadperesetiyê ye.”

/kr/uploads/files/2021/10/31/163429_selwa-ebd.webp

Paşê Berdevka Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Selwa Ebûd jî axivî û wiha got: “Tevî êrişên li ser herêmê xwendekarên mîna Efrîn berî xwe dan bajarê Qamişlo da ku xwendina xwe temam bikin. Xwendekarên me li beramberî planên dijminan li ber xwe dan. Em vê rojê li malbatên şehîdan û Kurdistanê bi giştî pîroz dikin.”

/kr/uploads/files/2021/10/31/163416_rohan-mistefa.webp

Her wiha di şahiya derçûnê de Hevseroka Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa axivî û diyar kir ku ev roj ji wan re rojeke pîroz e, piştî xebateke mezin em niha li hev kom dibin û wiha got: “Ked xwendekar û kadroyên me ti carî nayê jibîrkirin.”

Rohan Mistefa da zanîn ku piştî derçûnê karê hîn zehmetir ji xwendekaran tê xwestin û wiha dewam kir: “Pêwîst e hûn bi fikirê ku li ser perwerdebûn derbasî nava civakê bikin, her wiha bi awayekî piratîkî di nava saziyan de pêk bînin.”

Piştî axaftinan 581 xwendekar di heman demê de 24 xwendekarên Ekademiya Mezopotamiya derçûn. Xwendekarên ku îro derçûna wan bûn ji van fakulte û peymangehan bûn; Fakulteya wêje û zanistên civakî (beşa Jineolojî, wêjeya kurdî, huner werger), fakulteya endezyariya çandiniyê, fakulteya petrol û petrokîmya (beşa betrokîmya û betrol), Fakulteya zanistên perwerdehiyê (beşa bîrkarî, fîzîk, kîmya, zindînasî, dîrok, erdnîgarî, mamosteya refê), peymangeha darayî û peymangeha avakirinê.

Bawernameyên xwendekaran ji aliyê nûner û mamosteyan wan ve radestî wan bûn.

Di şahiyê de xwendekar li ber stranên hunermend Osman Faris govend gerandin. Di dawiyê de xwendekar serdana gortistana Şehîd Delîl Sarûxan kir.

(sb)

ANHA