Serokê berê yê Eniya Tirkmenî: Ez rê nadim Pêşmerge vegere Kerkûkê

Serokê berê yê Eniya Tirkmenî Erşed Salihî got, “Ez bi xwe razî nebûm û nabim ku Pêşmerge vegerin Kerkûkê. Ez rê nadim.”

Serokê berê yê Eniya Tirkmenî: Ez rê nadim Pêşmerge vegere Kerkûkê
29 cotmeh, 2021   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê berê yê Eniya Tirkmenî Erşed Salihî ku di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de wek parlamenter hat hilbijartin, li ser hesaba xwe ya Twitterê derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir û tê de got, “Li ser bingeha rêkeftina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel Hewlêrê, min bi xwe rê nedaye û rê nadim Pêşmerge vegere Kerkûkê.”

Erşed Salihî diyar kir bêdengiya siyasetmedar û partiyên Tirkmenî, wan matmayî dihêle.