Artêşa Tirk hêzeke mezin anî çiyayê Zawiye

Nêzî 200 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker duh di dergeha Xirbet El-Coz a li rojavayê Idlibê re derbasî Sûriyê bûn û li gundewarên rojavayê Idlibê û çiyayê Zawiye bi cih bûn.

Artêşa Tirk hêzeke mezin anî çiyayê Zawiye
27 cotmeh, 2021   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 200 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker bi 2 koman di dergeha Xirbet El-Coz a gundewarên rojavayê Idlibê re di nava saetekê de derbasî xaka Sûriyê bûn.

Her carê 100 wesayît derbas bûn û li gundewarên rojavayê Idlibê û çiyayê Zawiye yê gundewarên Idlibê belav bûn.

(dx)