​​​​​​​Rayedarên Îran û Ewropayê têkildarî dosyaya nukleerî dicivin

Rayedarên Îran û Ewropayê îro li Bruksel dê bicivin û dosyaya nukleerî ya Îranê nîqaş bikin.

​​​​​​​Rayedarên Îran û Ewropayê têkildarî dosyaya nukleerî dicivin
27 cotmeh, 2021   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê û Elî Baqirî dê li Brukselê bi cîgirê sekreterê giştî yê Servîsa Karên Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Enrique Mora ku di 14'ê Cotmehê de serdana Tehranê kiribû, bicivin da ku dosyaya nukleerî nîqaş bikin.

Şandeyeke Îranê bi serkêşiya Elî Baqirî roja sêşemê çûbû Brukselê.

(dm)