​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-10-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-10-2021
26 cotmeh, 2021   23:00

-Bi armanca şeremzarkirina bomebebarana dewleta Tirk a dagirker li Kobanê, şêniyên Minbicê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê ji bo şermezarkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rêya Ebyed Ebyed kongreyeke çapemeniyê li bajarê Reqayê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên PYD’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker di her carê de derbên giran ji aliyê gerîlayan ve dixwe, çekên kîmyewî bi kar tîne û gotin: "Dewleta Tirk di bikaranîna çekên kîmyewî de hêza xwe ji bêdengiya navneteweyî digire." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku helwesteke eşkere li hember van êrişan nîşan bidin, her wiha teqez kir ku ew amade ne ku berdêlan bidin da ku li hember çavnebariya dewleta Tirk a dagirkirina herêmê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Geşedanên ku roja li Sûriyê rû didin, nîşan didin ku herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûne cihên vejandina çeteyên DAIŞ'ê. Nîşaneyên vê yekê, kuştina serçeteyekê "Meclisa Sûra" ya çeteyên DAIŞ'ê Sebahî Îbrahîm El-Mislih (Ebû Hemze Şihêl) li gundê Edwaniyê yê Serêkaniyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Emîne Osê diyar kir ku Rêveberiya Xweser li hember êrişên dewleta Tirk xwe dispêre berxwedana pêkhateyên herêmê û hêzên wê yên leşkerî. Emîne Osê bang li hemû çînan kir bi hêzên leşkerî re hevgirtî bin da ku bersiva çi êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rojnamevan û endama Rêxistina Embrace Women  a amerîkî got, dewleta Tirk sûcên qirkirina komî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk tîne, divê hesab jê were xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ku beşdarî pêngava "Dem Dema Azadiyê ye " bûn, diyar kir ku doza rêber Abdullah Ocalan doza rizgarkirina tevahî gelên herêmê ye. Jinan banga xurtkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê diyar kir ku armanc ji vekirina nivîsgeha pirjiniyê li bajarê Ezaz ê dagirkirî kolekirina jinan e û bikaranîna wan wekî alaveke kirîn û firotinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Bi taximekî ku ji zêdetirî 125 muzîkjen, rahêner û serkêşan pêk tê, amadekariyên derxistina klîbekî tê kirin. Klîb çanda pêkhateyên Bakur û Rojhiatê Sûriyê nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA