Bi merasîmeke heybet şehîd Hozan Qamişlo hat oxirkirin

Li Gortistana Şehîd Delîl Sarûxan bi tililiyên dayikan cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Hirsan (Hozan Qamişlo) hate oxirkirin. Hozan Qamişlo di di encamê êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Kobanê şehîd bûbû.

Bi merasîmeke heybet şehîd Hozan Qamişlo hat oxirkirin
26 cotmeh, 2021   14:42
 QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê beşdarî merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Ehmed Hirsan (Hozan Qamişlo) yê ku di 23`yê Cotmehê de di encamê êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Kobanê şehîd bû, bûn.

Di merasîmê de hevrê û malbata şehîd Hozan Qamişlo, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsam Ibrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd ew in ên ku tişta herî buha ji bo parastina welatê xwe didin.

Îsam Ibrahîm da xuyakirin ku ew ji bo oxirkirina her şehîdekî diêşin, lê ne poşman in û ji xeta şehîdên xwe venagerin. Her wiha bal kişand ser ajanên ku di nava civakê de tevliheviyan dikin û got: “Hûn xwe ji bo pereyan difiroşin û dê şehîdên me her zindî bin û bi me re jiyan bikin.”

Piştre birayê şehîd (Hozan Qamişlo) Ciwan Hirsan jî axivî û şehadeta birayê xwe li Kurdistanê pîroz kir.

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehdetê xwend û radestî malbata Şehîd Hozan Qamişlo kir. Dûvra cenazeyê şehîd bi tilîliyên hevrê û malbata wî spartin axê.

(sb)

ANHA