​​​​​​​NY`yî teqezî bi lidarxistina hilbijartinan û vekişîna hêzên biyanî ji Lîbyayê kir

​​​​​​​Wekîla Sekreterê Giştî yê NY`yî ya karûbarên siyasî yên rayedarên Lîbyayê, teqezî bi girîngiya vekişîna hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê kir û destnîşan kir ku ji bo mayîndekirina ewlehiyê li welêt divê hilbijartinên parlamentoyê di wexta xwe de werin lidarxistin.

​​​​​​​NY`yî teqezî bi lidarxistina hilbijartinan û vekişîna hêzên biyanî ji Lîbyayê kir
19 cotmeh, 2021   10:37
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Wekîla Sekreterê Giştî yê NY`yî ya karûbarên siyasî yên rayedarên Lîbyayê Rosemary DiCarlo di hevdîtina li gel serokê hikumeta Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe û endamên Meclisa Serokatiyê Mûsa El-Kewnî û Ebdullah El-Lafî de, teqezî bi lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê di wexta wê anku di 24`ê Kanûnê de kir.

Rosemary li ser hesabê xwe yê twitterê roja duşemê got, wê ji rayedarên Lîbyayê re girîngiya vekişîna hêzên biyanî û çeteyan bi lez ji Lîbyayê piştrast kiriye. Her wiha diyar kir ku rewşa koçberan û yên daxwazên koçberiyê kirine, nîqaş kiriye.

Şandeyê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet bi Lîbya Jan Kubis hişyarî dabû ku heke hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê di wexta xwe de neyên lidarxistin, wê parçebûn û nakokî dîsa bikevin rojevê û hewldanên yekkirina Lîbyayê bi bin bikevin.

Civata navneteweyî hêvî dike hilbijartinên serokatiyê û yên parlamentoyê yên Lîbyayê li gorî nexşerêya ku NY`yî ji bo bidawîkirina aloziya li welêt daniye, li dar kevin û bi ser kevin.

Her wiha girîngiyê dide vekişîna hêzên biyanî ji Lîbya. Ji bo pêkanîna ewlehiyê li Lîbyayê û parastina agirbestê, gelek civînên navneteweyî bi sponseriya NY`yê hatibûn lidarxistin.

(şx)