Li Rojhilatê Kurdistanê girtiyên jin serî hildan

Li Girtîgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî zext û îşkenceyê girtiyên jin serî hildan û ev 3 roj in di grevê de ne.

Li Rojhilatê Kurdistanê girtiyên jin serî hildan
19 cotmeh, 2021   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tê ragihandin ku rêveberiya girtîgehê bi zorê li jinan ferz kiriye ku tev li kursên îdareyê bibin.

Girtiyên jin ên ku ev zext qebûl nekirine, mafê axaftina bi telefonê li wan hat qedexekirin û dema derketina hewşê jî daxistin saetekê.

Her wiha gef û kiryarên xerab jî li jinan hat kirin. Girtiyên jin jî li dijî van zext û zordariyan 3 roj berê betanî şewitandin û serî hildan.

Hate ragihandin ku wezîfedarên dewleta Îranê, girtiyên ku serî hildane xistin hucreyan, îşkence li wan kirine û gef lê xwarine.

Berxwedana jinan dewam dike. Girtiyên jin bi rêya malbatên xwe bang li raya giştî kir.

Li Rojhilatê Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan a bi destê dewleta Îranê zêde bûye. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di rapora meha Îlonê de bal kişand ser zêdebûna bûyerên kuştinê, înfazê, xwekuştinê, îşkence û girtinê. Li gorî raporê 3 girtî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane, kesek hatiye înfazkirin û 8 kolber hatine kuştin, 49 jî hatine girtin.