Nivîskareke arjantînî: Divê Kurd û Ermen bi hev re li dijî projeya osmaniya nû şer bikin

Nivîskar û rojnamevana ji Arjantînê Magda Tagtaşiyan got, divê Kurd û Ermen hêza xwe bikin yek û li hemberî projeya siyasî ya Osmaniya nû şer bikin. Her wiha êrişên niha yên li ser kurdan têne kirine bi qirkirina sala 1915'an a li dijî Ermenan şibihand.

Nivîskareke arjantînî: Divê Kurd û Ermen bi hev re li dijî projeya osmaniya nû şer bikin
18 cotmeh, 2021   01:57
NAVENDA NÛÇEYAN-MİSTEFA ELO

Nivîskar û rojnamevana ji Arjantînê Magda Tagtaşiyan neviya nifşê sêyemîn ê Ermen li Arjantînê ye û sê pirtûkên wê hene;  Tunesînî Armenohi (2016), Rihê Ermenî (2020) û Rojava (2021). Magda di heman demê de çalakvaneke di civaka ermenî ya Arjantîn û cîhanê de ye û di gelek saziyên ragihandinê û qadên wêjeyî de dixebite.

Magda Tagtaşiyan têkildar romana xwe ya nû û bûyerên dawî yên li Rojava û Ermenistanê ji ANHA'yê re axivî.

LI DIJÎ ERMENAN QIRKIRIN Û LI DIJÎ GELÊ KURD QIRKIRINA ETNÎKÎ

/kr/uploads/files/2021/10/17/195724_2.webp

Rojnamvan û nivîskara ermenî diyar kir komkujiyên sala 1915'an ku împratoriya osmanî li dijî ermenan pêk anîbûn û êrişên niha yên neviyên Osmaniyan dewleta Tirk  ên li dijî gelê Kurd dişbihin hev û wiha domand: "Komkujiyên sala 1915'an û hemû qirkirinên ku nehatin naskirin mîna yên li Şengalê wê her tim birîneke vekirî bimîne. Erdogan hewl dide serdema desthilatdariyê zindî bike û van hewldanan bi rêya dagirkirina dewletên derdorê û êrişên li ser gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê dike."

Magda Tagtaşiyan anî ziman tîfaqa gelên herêmê wesîleya her gundaw a têkbirina faşîzmê ye û got: "Îro Kurd û Ermen xwedî dijminekî hevpar in û ew jî rejîma Erdogan e ku tu kes li hember wê nasekine û şer nake."

'CIVAKA NAVNETEWEYÎ LI HEMBERÎ QIRKIRINÊN Û QIRKIRNA ETNÎKÎ YA LI DIJÎ GELÊ KURD BÊDENG E'

Magda Tagtaşiyan destnîşan kir ku gelê Kurd rastî heman gef û azarên ku Ermen sala 1915'an pê re rû bi rû mabûn, tê û diyar kir ku siyaseta Erdogan a niha berdewama siyaseta împratoriya Osmanî bi taybet ên li djiî etnîk û ol e,.

Nivîskar Magda Tagtaşiyan bi domdarî got: "Cîhan, saziyên navneteweyî, rêxistinên ne girêdayî hikumetan ên têkildarî mafên mirovan û civaka navneteweyî di bêdengiya xwe û helwesta xwe ya sar de berdewam in. Dema ku împratoriya Osmanî sala 1915'an zêdetirî milyon ermenî qetil kirin û komkujî li dijî wan pêk anîn, dîsa xwe bêdeng kiribûn. Niha li hemberî kurdan heman gef û heman çarenûs hene, ji ber ku heta vê kêliyê tu bertekên şermezariyê ji aliyê serokên dewletan, an Neteweyên Yekbûyî yan jî civaka navneteweyî ve nehatin dayîn."

Magda Tagtaşiyan bêdengiya civaka navneteweyî spart berjewendiyên siyasî yên piraniya hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk re û wiha domand: "Dema qirkirina ermenan, tu daxuyaniyên şermezariyê yên navneteweyî tunebûn, her wiha alavên peywendiyan mîna niha tunebûn. Piştî ku bi dehan sal derbas bûn qirkirina ermenan hate şermezarkirin.

Lê niha em heman tiştî dibînin; sûcên ku artêşa Tirk pêk tîne berdewam in, li dijî kurdan qirkirina etnîkî tê kirin ku li ser medyaya dîjîtal, ekranên televîzyonan belav bûn, lê mixabin, heya niha tu bertek nehatiye nîşandan.

Peywendî û toreyên Tirkiyê baş in, welat û siyasetan difroşin, ji ragihandin û siyasetmedaran re didin xuyakirin ku Erdogan wekî firîşte ye û Tirkiyê wekî buhiştê ye. Ev yek di rêzefîlmên ku di dema dawî de li cîhanê belav dibe tê dîtin. Her wiha rojnamevan û siyasetmedarên navdar vedixwînin ku bêhnvedanên xwe li Tirkiyê derbas bikin û sûcên xwe spî dike.  Siyasetên gendeliyê yên Tirkiyê gelek dezgehên ragihandinê û siyasetmendar bêdeng kirin. Vexwendnameyeke taybet ji min re jî şandin ku serdana wir bikin û bêhnvenda xwe li wir derbas bikin û li ser siyasetên wan binivisînim, lê min qebûl nekir. Divê em ji bîr nekin ku gelek siyasetmendar û rojnamevan ev qebûl kirin, delîlê vê yekê gelek rojnamevan gihiştin bajarê Efrîna dagirkirî û çavê xwe li ser sûcên Tirkiyê yên li dijî jinan bi taybet û sivîlan bi giştî girtin."

'BERTEKÊN JI ALIYÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ VE TUNENE'

/kr/uploads/files/2021/10/17/195745_1-1.webp

Magda Tagtaşiyan helwestên navneteweyî yên li hemberî êrişên qirkirinê yên dewlet Tirk a dagirker ên li dijî kurdan rexne kir û wiha axaftina xwe domand: "Helwesta civaka navneteweyî hema bêje tune ye. Ruxmî  ku 40 milyon Kurd li cîhanê hene, lê wekî kêmnetewe li Rojhilata Navîn tê dîtin. Kurdan li Rojava Rêveberiya Xweser ava kir, lê her tim li hemberî wê gef hene, her wiha artêşa wan heye lê destek ji tu kesî negirtine. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsya di bin zextên dewleta Tirk de ne. Ermenistan welatekî gelekî biçûk e û ji bo parastina hebûna xwe di nava hewldanan de ye, pir kêm ev yek di ragihandinê de tê xuyakirin. Ji ber vê yekê divê Kurd û Ermen kom bibin, yekitia xwe ava bikin û li hemberî dijminê hevbeş Erdogan şer bikin."

Têkildarî êrişên artêşa ên li ser Til Temir û gundê Asuriyan nivîskara arjantînî got: "Erdogan siyaseta osmaniya nû dimeşîne ku berdewama bûyerên sala 1915'an e. Sîstema li Rojava modeleke divê were pêkanîne, ne tenê têkoşîna çekdarî, heman demê îdelojî jî divê were kirin. Erdogan hîs dike ku ev sîstem gefan li fikir û projeya wî ya Osmaniya nû dixwe. Her wiha rola vê sîstemê, di nav de rola nû ya jinan wekî gefekê li ser fikirê xwe yê radîkal dibîne."

'YPJ'Ê LEHENGÊN ROJAVA NE'

Têkoşîna jinên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bala Magda Tagtaşiyan dikişîne û di sala 2014'an de li ser dixwîne, dema ku yekem nûçe di ragihandina cîhanê de li ser têkoşîna wan a li dijî DAIŞ'ê hate weşandin. Ji ber vê yekê romanekê li ser dinivisîne.

'EZ HEYRANA JINÊN KURD Û ÊZIDÎ ME'

Li ser vê yekê Magda Tagtaşiyan wiha dibêje: "Dema ku ez li ser têkoşîna jinê Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivisînim hîs dikim ku ez li ser têkoşîna ku pêşiyên xwe dinivîsnim ku nikaribî li hemberî împratoriya osmanî kiriba û ji qirkirinên li dijî ermenan ên sala 1915'an filitîn. Ez heyrana jinên Kurd û Êzidî me û baweriya min bi armancên wan hene ku wê tola xwişkên xwe yên ku bi saxî hatin şewitandin, destdirêj li wan hatin kirin, wekî kole hatin firotin û bav, xwişk û birayên wan hatin qetilkirin, hilînin. Piştî ku min her du romanên destpêkê bi dawî kirin, min xwest ku li ser Rojava û tevgera jinên Kurd û êzidî yên li dijî DAIŞ û rejîma Beşar Esed li Sûriyê û Erdogan li Tirkiyê binivisînim."

Nivîskara arjantînî di romana xwe de balê dikişîne ser ciwaneke ermenî ku diçe Rojava da ku li pêşiyên xwe bigere, lê li wir tev li refên şervanan dibe. Magda Tagtaşiyan wiha axaftina xwe bi dawî dike: "Min dît ku pêwîstî heye ku jinên nenas ên ku li dijî rejîma baviksalarî şer dikin bidim xuyakirin, ji ber ku ev rejîm cîhanê kontrol dike da ku rola jinan di civakê de lawaz bike. Ez bawer im ku di dîrokê de jin hatin bêdengkirin û reşkirin û bi sihrê hatin binavkirin. Di romana xwe de behsa Arîn Mîrkan û jinên din ên ku li hemberî cîhadîstan şer kirin, dikim, her wiha behsa komkujiyên li dijî jinên êzidî dikim."

ANHA