Li Efrîna dagirkirî revandin jinan dewam dike

Çeteyên koma “Semerqend” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jinek ji gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê revand. Ji dema dagirkirina Efrînê ve cara sêyemîn e ku ev jin tê revandin.

Li Efrîna dagirkirî revandin jinan dewam dike
17 cotmeh, 2021   13:05
ŞEHBA

Çavkanî ragihand ku çeteyên koma “Semerqend” li gundê Kefersefrê yê girêdayî Cindirêsê bi ser mala welatiya bi navê Elmase Xelîl Hec Ebdo (27) de girt, telefonên destan ên malbata wê desteser kirin û Elmase revand.

Çavkanî piştrast kir ku ji dema dagirkirina Efrînê ve, Elmase Ebdo 3 car in ji aliyê çeteyan ve tê revandin.

Çavkanî destnîşan kir ku nayê zanîn bê çeteyan Elmas biriye ku derê.

(dm)