Li Efrînê çeteyan ji malbatekê 8 kes hatin revandin

dagirkeran di dawiya meha Gulanê de li navçeya Şiyê ya Efrînê ji malbatekê 8 kes revandin. Heya niha aqubeta revandiyan nayê zanîn.

Li Efrînê çeteyan ji malbatekê 8 kes hatin revandin
15 cotmeh, 2021   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Efrîn Post raporek belav kir û tê de hûrgiliyên revandina malbata efrînî û navên revandiyan eşkere kirin. Li gorî malperê navên revandiyan wiha ne:

1-Zeyneb Mihemed Olaşî ji Şiyê ye, sala 1994'an ji dayik bûye, dayika du zarokan e.

2-Hevjînê Zeyneb, Mistefa Mihemed Hisên ji Şiyê ye, sala 1993'yan ji dayik bûye.

3-Meyda Mihemed Olaşî sala 1992'yan ji dayik bûye.

4-Hevjînê Medya, Hisên Yûsif Hisên ji Şiyê ye, sala 1995'an ji dayik bûye.

 5-Cîhan Mihemed Olaşî sala 1990'an li Şiyê ji dayik bûye û 5 zarokên wê hene.

6-Hevjînê Cîhan, Mahir Ebdurehman Mihemed sala 1989'an li gundê Guliya yê Reco ji dayik bûye.

7-Izedîn Yûsif Hisên sala 2004'an li Şiyê ji dayik bûye.

8- Bavê Izidîn Hisên, Yûsif Mistefa Hisên.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên bi navên Polîsên Leşkerî yên dagirkeriya Tirk 1'ê Gulana 2021'an bi ser mala Mistefa Yûsif Hisên a li bajarê Efrînê de girtin û bi tawana amadekariyên teqînan ew revandin.  Li gorî çavkaniyan, ev cara duyemîn e ku Mistefa tê revandin. Beriya cara dawî bi 3 hefteyan hatibû revandin û hate berdan. Wê demê 3 salan di girtîgehên dewleta Tirk de mabû.

Piştî revandina Mistefa bi du rojan, anku di 3'yê Gulana 2021’ê de çeteyên Polîsên Leşkerî Hisên Yûsif Hisên û birayê wî Izedîn bi heman tawanê revandin. Piştî hefteyekê ji revandina wan hevjînên her duyan jî Zeyneb Mihemed Olaşî û xwişka wê Meda di 10'ê Gulana 2021’ê de hatin revandin.

Piştî du hefteyan ji revandina Zeyneb û Meyda, çeteyan vê carê xwişka wan Cîhan Mihemed Olaşî di 24'ê Gulanê de revand.

17'ê Hezîrana heman salê, çeteyan Mahir Ebdurehman Mihemed hevjînê Cîhan ji mala wî ya Efrînê revand, tevî ku di lingê xwe yê çepê de astengdar e. Dûvre Yûsif Mistefa Hisên ku bavê Hisên û Izidîn jî revandin.

GELO ÇARENÛSA REVANDIYAN ÇI YE?

Li gorî axaftina yek ji revandiyên jin ku di vê dawiyê de hatiye berdan, her sê xwişkên bi navên Zeyneb, Medya û Cîhan niha li girtîgeha Maratê ya navendî ne û nehatine darazandin. Ew di îşkence û danûstandineke nebaş re derbas dibin, bi taybet Zeyneb ku ji ber her du zarokên xwe k li xaltîka wan li Efrînê hiştine, nexweş bûye, li gel 5 zarokên xwişka wê Cîhan.

Çavkaniyan destnîşan kir ku desthilatên dagirkeriya Tirk xizmên revandiyan bi cihê wan agahdar nekirine û hevdîtina bi wan re qedexe kirin.

Lê têkildarî revandiyên mêr, tu agahî ji wan nehatin girtin.

 (fr)

ANHA