​​​​​​​Li Idlibê mayînek bi panzêreke artêşa Tirk ve teqiya

Li derdora bajarê Marat Misrîn a bakuarê Idlibê mayînek bi panzêreke artêşa Tirk a dagirker ve teqiya û panzêr hate îmhakirin.

​​​​​​​Li Idlibê mayînek bi panzêreke artêşa Tirk ve teqiya
15 cotmeh, 2021   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku konvoyeke artêşa Tirk a dagirker di rêya Kefereya- Marat Misrîn a bakurê Idlibê re derbas dibû, mayîneke pê ve teqiya. Di encamê de panzêr hate îmhakirin

Li gorî çavkaniyan mayîn bi panzêreke artêşa Tirk ve teqiya, lê heya niha agahiyên têkildarî ziyanan nehatni dayîn.

ANHA