​​​​​​​Şêniyên Amûdê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Di roja 10`emîn a xwepêşandana malbatên şehîdan li dergehê Sêmalka de, ya bi armanca radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem tê lidarxistin, şêniyên navçeya Amûdê û endamên Şaredariyên Gel a herêma Cizîrê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Amûdê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kir
14 cotmeh, 2021   11:25
QAMIŞLO

Vê sibehê bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê û endamên Şaredariyên Gel a herêma Cizîrê berê xwe dan konê xwepêşandanê yê li dergehê Sêmalka, ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve tê lidarxistin. bi armanca şermezarkirina hevkariya PDK'ê di sûcên şer ên dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla de tê lidarxistin.

Çalakî bi armanca şermezarkirina hevkariya PDK'ê di sûcên şer ên dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla de û ji bo radestkirina cenazeyên şehîd Serdem û Tolhildan ên di kemîna PDK`ê de li Xelîfanê şehîd bûbûn, tê lidarxistin.

Di çalakiya de, şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina xiyanetê berz kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwar Elî berxwedana dîrokî ya gelan a li hemberî siyasetên qirêj ên PDK`ê û dewleta Tirk ên dijberî tevgera rizgariyê ya li Başûrê Kurdistanê, silav kir.

Zîwer Elî destnîşan kir ku divê li hemberî êrişên dagirkeran, refa kurdî bibe yek. Her wiha bang li PDK`ê kir ku helwesta xwe ji êrişên li Xelîfanê diyar bike û cenazeyên herdu şehîdan di zûtirîn dem de radestî malbatên wan bike.

Elî di dawiya axaftina xwe de bêdengiya hikumeta Başûr li hemberî daxwazên malbatên şehîdan de, şermezar kir.

Tê payîn ku çalakî sibe bi beşdarbûna şêniyên kantona Hesekê û gundewarên wê bidome.

(dx)

ANHA