QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameyên 2 şervanên xwe yên di 27`ê Tebaxê de li Eyn Îsa şehîd bûne, eşkere kirin.

QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin
14 cotmeh, 2021   12:01
 NAVENDA NÛÇEYAN

QSD`ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da raya giştî û tê de wiha got: “Hêzên me soz dane gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hemû hêza xwe li dijî hemû rengên teror û dagirkeriyê wan biparêzin.

Du lehengên di oxira parastina gel û welatê xwe de, dema erka xwe ya welatparêzî, exlaqî û mirovî pêk dianîn gihîştin asta şehadetê.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Dogan Derdirî

Nav û Paşnav: Ferhad Erselan

Navê Dayikê: Sebîha

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa- 27`ê Tebaxa 2021

**

Nasnav: Zinar Til Temir

Nav û Paşnav: Mahir Yûnis

Navê Dayikê: Felek

Navê Bav: Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa, 27`ê Tebaxa 2021

QSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji malbatên herdu şehîdan re sersaxî xwest. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê li dijî terorê û qewitandina dagirkeran ji herêmê, nû kir.

(cx)