Siyasetmedarekî Suryanî banga hevgirtinê û piştgiriya yekîneyên parastinê kir

Gabrîel Şemûn bang li civaka navneteweyî kir ku rê li ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye bigire. Her wiha bang li şêniyan kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê piştgiriyê bidin hêzên parastinê.

Siyasetmedarekî Suryanî banga hevgirtinê û piştgiriya yekîneyên parastinê kir
13 cotmeh, 2021   03:09
HESEKÊ HENAR IBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Dagirkeran ji Tîrmeha borî ve êrişên xwe li ser gundên bakur û bakur rojavayê navçeya Til Temirê zêde kirine.

Têkildarî van êrişan, endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Gabrîel Şemûn anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên nêzî eniyên şer ê navçeyê, bi taybet cihên ku Suryan û Asur lê dimînin, zêde kirine.

Ji beriya çend rojan ve, gundê Til Şenan ê Asuriyan ku dikeve bakurê navenda navçeya Til Temirê bi dijwarî tê topbarankirin. Di êrişên ku obus û hawan tê bikaranîn de ziyan gihaştin Goristana Şehîdan a Asuriyan, malên sivîlan, xetên kehrebe û avê.

Semûn diyar kir ku, cihên îbadetê û goristanên şehîdan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin û got: "Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye.''

Şemûn sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Ev êriş di salvegera duyemîn a dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê de zêde bûn. Armanca dewleta Tirk a dagirker ji diyarkirina vê dîrokê û êrişên giran ew e ku qada dagirkeriyê berfireh bike û herêmên din ên Sûriyê tev li xwe bike''.

Gabrîel Şemûn bang li civaka navneteweyî, Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Neteweyên Yekbûyî kir ku erka xwe bi cih bîne û rê li ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilate Sûriye û pîrozbahiyên pêkhateyên wê, bigire

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Gabrîel Şemûn bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bimînin û li hemberî êrişên dagirkeriyê piştgiriyê bidin QSD û Meclisa Leşkerî ya Suraynî.

(dm)

ANHA