Nivîsgeha Jinan a rêxistinên civaka sivîl komploya navneteweyî şermezar kir

Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl bi dauxyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û CPT kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Ocalan serbest bê berdan.

Nivîsgeha Jinan a rêxistinên civaka sivîl komploya navneteweyî şermezar kir
6 cotmeh, 2021   12:15
ŞEHBA

Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl a kantona Şehbayê, endmaên Meclisa Kampa Serdem û şêniyên kampê li qada pêşiya Meclisa Kampa Serdemê kom bûn.

Endamên Nivîsgeha Jinan a rêxistinên civaka sivîl Bêrîvan Sîdo û Şîrîn Hesen daxuyanî bi zimanî Kurdî û Erebî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di ser derbasbûna komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re ku di 9`ê Cotmeha 1998`an pêk hatiye, 23 sal derbas bûn. Komplo bi tevlêbûna gelek dewletên rojava û herêmî bi desteka MOSAD ye Îsraîlê Galdyo pêk hat. Rêber Ocalan piştî ku hate dîlgirtin radestî Tirkiyê hate kirin, lê ruxmî wê jî nekarîn fikrê wê yê azad radest bigirin û nekarîn vîna wî û vîna gelê Kurd bişikînin."

`RÊBER ABDULLAH OCALAN FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK, BIRATIYA GELAN Û JIYANA HEVBEŞ DA RÛNIŞTANDIN`

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêber Abdullah Ocalan erkeke dîrokî da ser milê xwe ku felsefeya neteweya demokratîk, jiyana aştiyane, biratiya gelan û jiyana hevbeş xurt bike. Her wiha hat piştrastkirin ku ev felsefe li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pratîkê de pêk hat û pîvanên hêzên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn guhert. Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komplo ne tenê li ser kesayeta rêber Abdullah Ocalan bû, lê belê li ser gelê Kurdistanê bi giştî û jinan bi taybet bû. Armanc jî tunekirina wan ji dîrokê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku komplo heta îro berdewam e. Di wê çarçoveyê de komplo û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat şermezar kirin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û CPT (komîteya têkoşîna li dijî îşkenceyê ya Ewropayê) hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin û rêber Ocalan serbest berdin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1QzUJi1EBXI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>