Komarparêzên DYA’yê hewldanên normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re rexne kirin

Siyasetmedarên Partiya Komarparêz a DYA’yê hewldanên dewletên Ereban ên normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê û serokê wê Beşar El-Esed re, rexne kirin.

Komarparêzên DYA’yê hewldanên normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re rexne kirin
6 cotmeh, 2021   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Senator Jim Risch û endamê Kongreyê Michael McCaul daxuyaniyek da û dewletên Ereban ên ku hewl didin bi hikumeta Şamê re têkiliyan deynin, rexne kirin û got: "Mixabin hin şîrketên Dewletên Yekbûyî (DYA) û endamên Komkara Erebî dev ji israra xwe ya darizandina Esed berdidin û hewl didin têkiliyên bi Esed re normalîze bikin.”

Beşar El-Esed bi rêya telefonê bi qralê Urdinê Ebdullah Al-Sanî re axivîbû ku ji destpêka aloziya Sûriye ve cara yekemîn e têkiliyeke wiha çêdibe.

Rayedarên rêveberiya serokê DYA’yê Biden gelek caran hişyarî da ku bêyî erêkirina wan nabe ku tu kes têkiliyan bi hikumeta Şamê re normalîze bike .

Misir û Urdinê di demên dawîn de li hev kir ku kehrebe û gazê di ser Sûriyê re bidin Lubnanê. Qanûna Qeyser qedexe dike ku dewlet û şîrketên mezin bi hikumeta Şamê re bidin û bistînin.

Li aliyekî din, wezîrê aboriyê ya Îmaratê bi hempîşiyê xwe yê hikumeta Şamê re li pêşangeha Dubai-Expo 2020 civiya. Ajansa nûçeyan a fermi ya Îmaratê (WAM) ragihand ku her du aliyan rêbazên berfirehkirina têkiliyan nîqaş kirine.

(dm)