Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serlêdan kir.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
5 cotmeh, 2021   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin.

Serlêdan ji aliyê parêzer Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ve hate kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema bi komploya navneteweyî dîl hate girtin û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê Abdullah Ocalan karîbû bi birayê xwe re biaxive. Ev axaftin jî nîvco mabû.