Jennifer Gavito: DYA diyaloga Îran û Erebistana Siûdî erênî dinirxîne

Raydareke payebilind di Rêveberiya Joe Biden de got, DYA destpêkirina diyaloga yekser di navbera Îran û Erebistana Siûdî de erênî dinirxîne.

Jennifer Gavito: DYA diyaloga Îran û Erebistana Siûdî erênî dinirxîne
5 cotmeh, 2021   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira alîkarê wezîrê karên derve yê karûbarên Îran û Iraqê yê Nivîsgeha Rojhilata Jêrîn ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Jennifer Gavito ji mallpera CNBC ya amerîkî re wiha got: “Em destpêkirina danûstandinên yekser di navbera Îran û Erebistana Siûdî de erênî dinirxînin. Em danûstandinên yekser yên ku dê ewlehî û îstiqrarê li herêmê mayînde bikin, erênî dibînin.”

Jennifer Gavito di serdana xwe ya li pêşengaha Expo Dubai 2020 de ev axaftin kir. Jennifer Gavito rayedara herî payebilind amerîkayê ye ku heta niha tev li wê çalakiyê bûye.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan Al Siûd piştrast kir ku meha borî, gera yekemîn a danûstandinên yekser di navbera welatê wî û hikumeta Îranê ya nû de li dar ketiye. Her wiha destnîşan kir ku gera dawîn di 21`ê Îlonê de pêk hatibû.

(şx)