​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin

Li Helebê di panelekê de rola jinan di siyaset û dîplomasiya civakê de hate nîqaşkirin.

​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin
​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin
​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin
​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin
​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin
​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin
​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin
​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin
​​​​​​​Li  Helebê panelek li ser rola jinan di siyasetê de hate lidarxistin
2 cotmeh, 2021   15:34
HELEB

Meclisa jin û nivîsgeha têkiliyan a PYD'ê ya bajarê Helebê bi navê "Pirsgirêkên civakî" panelek li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û kesayetên ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb û Suryan beşdarî panelê bûn.

Di panelê de du mijarên sereke, "Rola jin di siyasetê de" û "Dîplomasiya civaka demokratîk"  hatin nîqaşkirin.

Beşa yekemîn ji aliyê Hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîna Ebdo ve hate şîrovekirin.

Valentîna di axaftina xwe de bal kişand ser rola jin di siyasetê de û wiha got:" Civakên ku tê de milê ramyarî winda dibe yan jî lawaz bibe, ev civak ji destdirêjiyên derve xilas nabe. Ji bo ku ev pirsgirêk wre çareserkirin divê civak di asta siyasî û civaka demokratîk de were pêşxistin ku rola jinan tê de xurt be. Ji demên kilanê vee heya niha jin her tim hewl dide ku mirovahiyê bide pêş, mîna Meryem Azraa, qiralîçe Vektoriya, Nefertiti, Hêlan Kilêr, şehîdan Bêrîtan, Arîn, Barîn û Hevrîn Xelef û h.w.d. Divê em li dîrokê vegerin da ku rola jin di siyaset û dîplomasiyê de nas bikin."

Piştre deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin. Hate gotin ku rola jin di siyasetê de pêşeng e û di siyaseta xwe rêvebirin, rêvebirina mal û rêveberiya civak û aboriyê de bi ser ket.

/ar/uploads/files/2021/10/02/141313_aaeshh-hsw.webp

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso li ser mijara yekemîn got, siyaset ji aliyê beşeke civakê ve hatiye kesybazkirin, ku civak ji cewherê wê derxistin û jin kole kirin, bi kolekirina jinan, tevahî civak kole dibe.

'RÊVEBERIYA XWESER KILÎTA YEKANE YA ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ YE'

Mijara duyemîn a panelê ya bi navê "Dîplomasiya civaka demokratîk" ji aliyê endama nivîsgeha têkiliyên dîplomasî ya PYD'ê Roşîn Mûsa ve hate şîrovekirin.

/ar/uploads/files/2021/10/02/141300_rwshyn-mstfa.webp

Roşîn Mûsa behsa aloziyên li herêm û cîhanê de yên di qadên fikirî, civakî, siyasî, çandî û aborî de kir.

Beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin û got, di bin navê demokrasî û azadiyê de jin berdêlan didin.

Her wiha destnîşan kirin ku ligel tunebûna çareseriyan di destê tu aliyan de, Rêveberiya Xweser kilîta yekane ya çareseriyê ye.

Di dawiya panelê de, jinan çareseriyên xurtkirina rola jinan di siyaset û dîplomasiya civakî de nîqaş kirin. Ji wan çareseriyan:

1-Divî jin nasnameya xwe ya xwazayî, dîrokî û siyasî nas bike.

2-Divê dewreyên perwerdeyê ji bo jin û mêran werin vekirin.

3-Divê elaqeyeke mezin bi çanda dîplomasiya civaka demokratîk were nîşandan û piraniya nêrînan werin qebûlkirin.

4-Divê peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan werin danasandin.

5-Ji bo guhertina qanûnî û destûrî ya Sûriyê xebat were kirin.

6-Têkildarî hemû pirsgirêkên mirov, divê kongre, komxebat û panel werin lidarxistin.

7-Ji bo têgeha dîplomasiyê pratîkî were xurtkirin, divê hevdîtin bi rûspî û kesayetên navdar ên civakê re werin lidarxistin.

8-Divê jin di hemû saziyên civaka sivîl û siyasî de cih bigire.

ANHA