SOHR: Hêzên dewleta Tirk dê rasterast bersiva êrişên hêzên hikumeta Şamê bidin

SOHR ragihand ku fermandariya hêzên dewleta Tirk a dagirker li herêma "bêçek" biryar da ku ger hêzên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên wan bike, hêzên wê rasterast bersivê bidin.

SOHR: Hêzên dewleta Tirk dê rasterast bersiva êrişên hêzên hikumeta Şamê bidin
2 cotmeh, 2021   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên dewleta Tirk a dagirker li herêma "bêçek" biryar da ku ger hêzên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên wan bikin, hêzên wê dê rasterast bersivê bidin.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker çeteyên berpirsên top û fuzeyan agahdar kirin ku bi wayekî bêserûber êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê nekin.

(dx)