Dewleta Tirk avahiyên nû yên mêtîngeriyê li Ezazê ava dike

Komeleyeke ser bi dewleta Tirk a dagirker ve avahiyên mêtîngeriyê li bajarê Ezazê ava dike.

Dewleta Tirk avahiyên nû yên mêtîngeriyê li Ezazê ava dike
2 cotmeh, 2021   13:59
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya herêmên dagirkirî de avakirina avahiyên mêtîngeriyê berdewam dike, da ku malbatên çeteyan lê bi cih bike.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, Komeleya "Ewtad" ya girêdayî dewleta Tirk avahiyên nû yên mêtîngeriyê li bajarê Ezazê ava dike.

Çavkaniyan ji ANHA'yê re diyar kirin ku komeleya behsa mijarê 320 mal ku têra 320 malbatî dike. Her wiha dibistan, mizgeft, park, sûk û navendeke tenduristiyê ava dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya rêxistinên ku navê xêrxwaziyê li xwe dikin ên girêdayî Qeter û Kuwêtê û bi desteka Heyva Sor a Tirk van avahiyan lê dikin.

Dewleta Tirk heya niha zêdetirî 30 komelgeyên niştecihbûnê li herêmên dagirkirî ji Cerablus heya Idlibê ava kirin, di nav de derdora 20 li kantona Efrînê ne. Ev yek ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tê birêvebirin.

ANHA