Artêşa Tirk li Girê Spî ciwanek revand

Çavkaniyekî herêmî ji gundewarên kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku artêşa Tirk ciwanek ji bajarokê Elî Baciliyê revand.

Artêşa Tirk li Girê Spî ciwanek revand
26 îlon, 2021   15:58
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi panzeran girt ser bajarokê Elî Baciliyê û derdora mala ciwanê bi navê Mihemed Îsmaîl El-Elo (30) yê ji eşîreya El-Ehwes girtin.

Artêşa Tirk, Mihemed Îsamîl revandin û birin cihekî ne diyar e.

Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên li dijî şêniyan li herêmên dagirkirî ji kuştin, revandin û talankirina mal û milkan, didomîne. Di heftiya borî de çeteyên dewleta Tirk ên bi navê El-Cebhe El-Şamiye keçek ji heman bajarokî li ser benda kontrolê ya bi navê Um El-Xeratîm revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

(bx)

ANHA