​​​​​​​Di êrişa hawayî ya Rûsyayê de 4 çete hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn

Di êrişa hawayî ya Rûsya ya li dijî baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên gundên Berad û Meyremînê de 4 çete hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa hawayî ya Rûsyayê de 4 çete hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn
26 îlon, 2021   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundên Berad û Meuyremîn ên Efrîna dagirkirî bomebebaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di bomebebarana li gundê Beradê de 4 çeteyên Furqet El-Hemzat û 11 çete birîndar bûn.

Çeteyên birîndar veguhestin nexweşxane û navendên tenduristiyê .

ANHA