Rojnameyên erebî: Rûsya li Sûriyê tawîzan dide Amerîka

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, astengiyên li pêş hikumeta nû ya Lubnanê, hevdîtina serokê Misirê û serokwezîrê Îsraîlê, kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya li Sûriyê tawîzan dide Amerîka
14 îlon, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

RÛSYA “DESTÛRÊ SÛRIYÊ” WEKÎ TAWÎZ DIDE

  Di kar û barên Sûriyê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Çav li hevdîtina nûnerên serokê Rûsya Vladmîr Pûtîn û serokê Amerîkayê Joe Biden ya sibe li Cinêvê, ne. Di hevdîtinê de dê lihevkirinên Rûsya-Amerîka yên têkildarî Sûriyê di qonaxa pêş de, werin nîqaşkirin. Ev yek piştî ku Rûsyayê “tawîzên siyasî” ji Şamê girtin –heta ku tenê şekilî bin jî- û ferzkirina bûyerên leşkerî yên nû li Sûriyê, wekî aramkirina Derayê û gurkirina şer li Idlibê, pêk tê. Dê Rûsya van dosyayan pêşkêşî şandeya Washingtonê bike da ku “Qezenceke siyasî” li hemberî wan bixwaze.

“Tawîza siyasî” bi erêkirina Şamê li ser pêşwazîkirina nûnerê navneteweyî Geir Pedersen piştî du mehan, temsîl bû. Hevdîtin bi destwerdana yekser ya Rûsya û şîretên Îranê yên  bi rêya peywendiyên yekser bi hikumeta Şamê re, pêk hat.  Ya duyemîn jî, serokê şandeya hikumetê Ehmed El-Kezberî qebûl kir ku lihevkirina li ser mekanîzmeya navneteweyî ya Pedersen pêşniyar kiriye, bê destpêkirin û hêvî hene ku tora 6`emîn li Cinêvê di 6`ê Cotmeha bê de were lidarxistin.

Hemwextî “aramiya li Derayê”, Rûsyayê şerê li Idlibê gur kir. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku dewleta Tirk berpirsiyariyên xwe li bakur rojavayê Sûriyê pêk neanîn. Bi wê yekê re balafirên şer ên Rûsyayê êrişên li dijî başûrê Idlibê zêde kirin. Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar jî bersiv da û got divê Rûsya sozên xwe pêk bîne. Helbet, Moskov dixwaze li bakur rojavayê Sûriyê terorîstan û yên ji wan nermtir ji hev cuda bike, rêya Heleb-Lazîqiyê aktîv bike. Enqere jî dixwaze agirbestê mayînde bike û topbaranê rawestîne û hewl dide tundrawan tesfiye bike.

Ev bûyerên ji Şam, heta Dera, Idlib, Hesekê, Reqa û Helebê li ser maseya Vershinin-McGurk bin. Hemû dane nîşan didin ku danûstandinên bi aliyê Amerîkayê ve diçin. Derdê sereke yê McGurk ew e ku li dijî terorîstan koalîsyonekê ava bike û nehêle DAIŞ car din vegere, nexasim piştî vekişîne ji Efganistanê. McGurk bi garantiya Rûsyayê piştgiriyê dide rêkeftinên di navbera Şam-Qamişlo de û kêmkirina serwreriya artêşa Tirk li rojhilatê Firatê.”

YEKEMÎN NAMEYÊN HIKUMETA NÛ YA LUBNANÊ; EM NIKARIN HER TIŞÎ BIKIN

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsî: “Hemwextî rewşa bêhêviyê û geşbîniyê ya tevlîhev, serokê hikumeta Lubnanê duh dest bi peywira xwe kir. Di demekê de ku welatiyên Lubnanê li bendê ne ku aloziyên sotemeniyê û derman bi lez werin çareserkirin û rê li hilweşîna aboriyê bê girtin.

Mîqatî di rûniştina yekemîn a hikumeta nû li koşka serokatiyê de ya li rojhilatê paytexta Beyrûtê ku serok Mîşêl Ewn jî beşdarê bûbû, got, “Em nikarin her tiştî bikin. Gelek xebat li pêşiya me heye.”

Mîqatî soz da ku ew ê hewl bidin aloziyên sotemeniyê û derman çareser bikin. Lê belê çavdêr pêkanîna wê yekê di demeke nêz de, dûr dibînin.

Lubnanî hêvî dikin ku hikumeta nû karibe aloziya li welêt bi dawî bike.

Li gorî Mîqatî, hikumet bi awayekî sereke armanc dike ku rêgeha danûstandina bi nûnerên Xezîneya Pereyan a Navneteweyî re aktîv bike, da ku alîkariyên diravî yên lezgîn werbigire.

Lê belê, çavdêr dibêjin serkeftina vê yekê ne girêdyaî bijarikên hikumetê ye, lê belê girêdayî biryarên siyasî yên welatên mezin der barê Lubnanê ye.

 (cx)