Selman Barudo: Li ser daxwaza cotkaran, me buhayê pembo kir 2500 lîreyên sûrî

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê, Selman Barudo diyar kir ku wan buhayê pembo ji 1950 lîreyên sûrî, kir 2 hezar û 500 lîreya sûrî.

Selman Barudo: Li ser daxwaza cotkaran, me buhayê pembo kir 2500 lîreyên sûrî
14 îlon, 2021   07:06
REQA

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza zêdekirina buhayê pembo kirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê, duh biryar da ku buhayê yek kîlo pembo ji 1950 lîreyên sûrî, bibe 2 hezar û 500 lîreyên sûrî. Îsal hilberîna yek donim pembo ji 150 kg heya 300 kg ye.

Der barê vê yekê de, ajansa me bi Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Selman Barudo re hevdîtin kir. Selman Barudo got: "Pembo yek ji berhemên stratejîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û xwedî girîngiyeke mezin e. Ev berhem di encama kêmbûna asta ava çemê Firatê û kêmbûna avê di bîran de zerar dîtiye."

Barudo wiha dom kir: " Ji bo teşwîqkirina cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di werza sala pê de pembo biçînin û li gorî daxwazên cotkaran, me bihayê pembo ji nû ve berçav kir û ji 1950 lîreyên sûrî, kir  2 hezar û 500 lîreyên sûrî."

Di dawiya axaftina xwe de, Barudo diyar kir ku buhayê nû dê hemû cotkaran bigire nava xwe tevî yên ku beriya vê biryarê jî berhemên xwe radest kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kêmkirina asta ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, sedema sereke ya kêmbûna hilberîna pembo ye.

(dx)

ANHA