Li Şehbayê malbatên şehîdan tecîrda li ser rêber Ocalan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan ên kantonên Efrîn û Şehbayê bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Li Şehbayê malbatên şehîdan tecîrda li ser rêber Ocalan şermezar kir
Li Şehbayê malbatên şehîdan tecîrda li ser rêber Ocalan şermezar kir
Li Şehbayê malbatên şehîdan tecîrda li ser rêber Ocalan şermezar kir
Li Şehbayê malbatên şehîdan tecîrda li ser rêber Ocalan şermezar kir
Li Şehbayê malbatên şehîdan tecîrda li ser rêber Ocalan şermezar kir
Li Şehbayê malbatên şehîdan tecîrda li ser rêber Ocalan şermezar kir
12 îlon, 2021   17:45
ŞEHBA

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bi sedan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Ehrizê a kantona Şehbayê bi dirûşemya "Bi rihê jina azadd em ê rêber Apo azad bikin" daket qadan.

/ar/uploads/files/2021/09/12/171018_hajr-mmw-5b1600x12005d.webp

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên şehîdan rakirin û ber bi kolanên navçeya Ehresê ve meşiyan.

Meş li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Hacir Memo axivî û got: "Dayikên şehîdan dê li dijî tecrîdê tê bikoşin, ev tecrîd di heman demê de li ser me jî hatiye ferzkirin, ji ber vê yekê em ê banga azadiya rêberê xwe berdewam bikin û li dijî vê tecrîdê, em ê bi hemû rêbazan têkoşîna xwe dewam bikin."

Hacir ev li gotina xwe zêde kir: "Rêya ku rêber Apo ji me re ronî kir, ne bi hêsanî hate misogerkirin, ji ber vê yekê divê em li hemberî tecrîdê bê deng nemînin, li ber xwe bidin û banga azadiya wî bikin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Menal Şêxo bal kişand ser felsefeya rêber Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: "Azadiya me vîna me ya azad a ku li ser bingeha fikir û felsefeya jiyana azad a rêber Apo hatiye avakirin îfade dike."

Menal Şêxo destnîşan kir ku azadiya jinan dê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn, bi saya vî fikirî jinan nasname, hebûn û nirxên xwe bi dest xist û bû sembola berxwedanê. Menal di dawiyê de got divê jin asta têkoşîna xwe bilind bike û xwedî li armanc û şehîdan derkevin.

Di dawiya mîtîngê de diruşmeyên banga azadiya rêbertî û şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin.

(eh)

ANHA