Artêşa Tirk careke din êrişî gundên Minbicê dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike.

Artêşa Tirk careke din êrişî gundên Minbicê dike
12 îlon, 2021   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker gundên Dendeliyê, Camûsiyê, Edese û Seyade yên dikevin bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Yaşlî yê dagirkirî gundên navborî bi hawnan topbaran dike.

ANHA