Li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin

Li bajarê Zîban ê Dêrazorê di operasyoneke ewlehiyê ya Yekîneyên Antî Teror yên QSD'ê de çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin.

Li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin
12 îlon, 2021   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê yên QSD'ê operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Zîbanê rojhilatê Dêrazorê li dar xist û endamekî şaneyeke DAIŞ'ê girt û alavên teknîkê yên li gel wê hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, çeteyê hate girtin êrişên terorîst li dijî bend û nuqteyên ewlehî û leşkeriyê pêk dianî.

Her wiha hate diyarkirin ku ev çalakiya 3'yemîn di vê mehê de ye ku QSD'ê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ'ê pêk tîne.

ANHA