Efganistan… dagirkirin, piştevaniyeke veşartî û hilweşandina împaratoriyan - 2

Efganistan… dagirkirin, piştevaniyeke veşartî û hilweşandina împaratoriyan - 2
8 îlon, 2021   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Nakokiyên Rûsya-Brîtanyayê û piştevaniya veşartî ya Amerîka-Pakistanê… Talîban îmarata xwe radigihîne

 

Gelê Efganistanê ji siyasetên emperyalîst ên navneteweyî azar kişandin, her wiha hêzên mezin, ji Brîtanya û Sovyetê bigire heta bi Amerîkayê bi nobetdarî Efganistan kontrol kir.

Ji Împaratoriya Brîtanya bigire heta bi Sovyetê û DYA’yê hêzên xwe di şerê sar de li dijî hev bi kar anîn ku bi wê re ev hêz ji welat derketin û tenê Efgan bûn qurbanî.

LÎSTOKA MEZIN; NAKOKIYA DI NAVBERA SOVYET Û BRÎTANIYAN DE

Di 1839’an de Brîtanyayê Hindistan dagir kiribû û wek "Xemla Taca Brîtanî" bi nav dikir û di dema serdema qeyseran de ji berjewendiyên Rûsyayê ditirsiya.

Efganistan ji ber cihê wê yê xwezayî, bûbû dergeheke xwezayî yê xwegihandina Rûsyayê ber bi Hindistanê ve. Ji lew re Brîtanyayê biryar da ku Efganistanê dagir bike da ku vegerîne eniya pêş ji bo parastina xemla taca xwe.

Brîtanyayê di 1838’an de şerê efganiyan kir û hewl da desthilata girêdayî xwe li Efganistanê ferz bike.

Di wê demê de "Dost Mihemed" li ser desthilata Efganistanê bû. Dost Mihemed jî di encama derbeya gel û êlan de ya li dijî qral "Şoca" ku desthilata wî 30 salan dewam kir, gihaşt ser desthilata Efganistanê. Brîtanyayê jî êrişa xwe ya li dijî Efganistanê rewa dikir ku qral Şoca ji bo vegerandina desthilata wî biparêze.

Bi kontrolkirina Efganistanê re Brîtanyayê Şoca ji Hindistanê anî û ji nû ve danî ser desthilatê.

Jiyana vê hikumetê kin bû û îsbat kir ku bêyî alîkariya artêşa Brîtanyayê nikare hebûna xwe berdewam bike.

Sala 1842’yan şêniyan li kolanên Kabulê êrişî brîtaniyan kir û neçar kirin ji Kabulê bi derkeve. Ev vekişîn jî îxanetek bû, bi wê re 700 leşkerên brîtanî, 3 hezar û 800 leşkerên hindî û 14 hezar sivîl vekişîn.

Ew şerê ku ne tenê bi vekişîna hêzên Brîtanyayê re, lê di bin kontrola olê de bû, bi vegerandina Dost Mihemed ser desthilata Kabulê, bi dawî bû.

SOVYET... SIYASET, DESTWERDANA YEKSER Û TÊKÇÛN

Ji ber wê yekê Sovyetê partiyên siyasî yên girêdayî îdeolojiya komunîst li Efganistanê ava kirin, bi wê re Partiya Gelan a Demokratîk bi baskên wê yên (Khalk û Bejam) damezirandin ku bi nobedarî Efganistan bi rê ve dibir.

Di 18 mehên destpêkê yên desthilatê de, Partiya Gelan a Demokratîk a Efganî bernameya marksîzmê ya rêbaza çaksazkirinê pêk anî.

Dûre destûr derxistin, tê de guhartin di adetên zewacê û çaksaziyên eraziyan de çêkir. Ew yek jî bi kêrî welatiyan nehat ku bi kevneşop û îslamê ve pir girêdayî ne.

Di havîna 1979’an de şoreşek li herêma Norestanê ya rojhilatê Efganistanê dest pê kir û bi wê re şerê navxweyî li tevahî welat belav bû.

Di Îlona 1979’an de, piştî avêtina guleyan di qesrê de cîgirê serokwezîr Hufzullah Emîn hat ser desthilatê. Serokwezîr Tarakî hat kuştin. Di du mehên bêaramiyê de nakokî û rageşî li dijî hikumeta Emîn çêbûn. Ji ber ku li dijî muxalifên di partiyê de û li dijî şoreşê sekinî.

Girêdayî mijarê, gerînendeyê berê yê CIA’yê Robert Gates di rojnivîskên xwe yên bi navê "Ji tariyê" de nivîsîbû ku CIA’yê beriya 6 mehan ji destwerdana Sovyetê alîkariya tevgerên muxalif ên li Efganistanê dikir.

Di 3’yê Tîrmeha 1979’an de serokê Amerîkayê Jimmy Carter perspektîfek îmze kir, bi wê re CIA dikare hemleyên propagandayê yên ji bo "veguherandina" hewldana welatiyan ji hikumeta şoreşgerî pêk bîne.

Çekdarên îslamî yên li herêmên çiyayî li dijî artêşa Efganistanê sekinîn, bi wê re hikumeta Hufzullah Emîn berê xwe da Sovyetê û jê xwest ku piştevaniya xwe zêde bike.

Sovyetê jî biryar da ku piştevaniyê bike, da ku hikumeta alîgira xwe biparêze, lê dît ku Emîn wek fermandarekî efgan nikare bi vê rolê rabe.

Di 22’yê Kanûnê de şêwirmendên hêzên çekdar ên Efgan-Sovyetê rê da ku hêzên çekdar ên Efgan tank û alavên dîtir sererast bikin.

Di wê demê de tora peywendiyan ji ser herêmên derveyî Kabulê qut bû. Her wiha bi rewşa ewlehî ya tevlihev re hejmareke mezin a hêzên Sovyetê yên hewayî tev li hêzên li ser erdê bûn û li balafirgeha Kabulê daketin. Di heman demê de jî Emîn nivîsgehên serokatiyê veguhastin Qesra Tajbek ku texmîn dikir ku ew herêm ji xetereyên muhtemel dûr e.

Di 27’ê Kanûna 1979’an de, 700 çekdaran û di nav de 54 ajanên KGB ên hêzên taybet ên girêdayî koma Alpha û Zenith bûn ku cilên efganî li xwe kiribûn, avahiyên hikumetê, yên leşkerî û radyoya sereke ya li paytext Kabulê dagir kirin. Li gel wê jî Qesra Tajbek a serokatiyê dagir kirin û serok Hufzullah Emîn kuştin. Li gorî nivîsgeha siyasî ya Sovyetê, peymana dostaniyê ya di 1978’an de bi serokê berê û hevalbendê Sovyetê Tarakî re îmze kiribûn, pêk dianîn.

Sovyetê texmîn dikir ku rakirina Emîn dê nakokiyên hundirîn ên li ser hêzê di Partiya Gelan a Demokratîk a Efganî de bi dawî bike û hêrsa efganiyan kêm bike.

Sovyetê da zanîn Hufzullah bi destê koma şoreşger a navendî ya efganî hat bidarvekirin. Piştre wê komîteyê cîgirê berê ji bo serokatiya hikumeta Babrak Karmal re vebijart. Babrak Karmal piştî serweriya Khalk li ser desthilatê di cihekî ne girîng de di konsolxaneya Çekoslovakyayê de bû.

Di 27’ê Kanûnê de hêzên bejahî yên leşkerî ji bakur derbasî Efganistanê bûn. Di sibehê de tabûra Vitebsk a sîwanê li balafirgeha Bagram daket, wê demê jî Sovyetê êrişî Efganistanê dikir.

PIŞTEVANIYA AMERÎKA Û HERÊMÊ JI MUXALIFÊN SOVYETÊ RE

Serokê Pakistanê Mihemed Diyaelheq tirsî ku Sovyet plan dike ku êrişî Belûçistanê ya Pakistanê bikin, ji lew re Exter Ebdurehman şandin Erebistana Siûdiyê da ku piştevaniya komên efganî li dijî hêzên Sovyetê bike.

Piştî destwerdana Sovyetê, hêzên sovyetî nikarîn desthilata xwe li derveyî Kabulê serwer bikira. Ji sedî 80 ji herêmên welat li derveyî serweriya desthilata hikumetê man. Bi wê re erka destpêkê hat destpêkirin da ku parastina bajar û avahiyan bikin, ew jî bi şerê li dijî hêzên çekdar ên muxalifên komunîst pêk hat. Bi wê re leşkerên yedek ên Sovyetê bi awayekî bingehîn ketin dewrê.

Serokê Amerîkayê Jimmy Carter destnîşan kir ku destwerdana Sovyetê ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve gefên cidî li dijî aştiya cîhanê bû. Piştre Carter şandina tov û teknolojiyê ji Sovyetê re qedexe kir.

Di encama nakokiya zêde de û acizbûna rojavayiyan ji hebûna hejmarên mezin ên hêzên Sovyetê li nêzî herêmên Kendavê yên bi petrolê dewlemend in, hişt ku helwesteke dijber nîşan bidin.

Di salên 1980’yî de, komên muxalifên Sovyetê û yên bi piştgiriya DYA’yê, Brîtanya, Çîn, Erebistana Siûdiyê, Pakistan û dewletên dîtir zirarên mezin ên leşkerî gihandinê Moskovê û têkiliyên navneteweyî bi nakok kirin.

Piştî demekê, CIA û serokê îstîxbarat giştî ya Erebistana Siûdiyê pere û alavên îstîxbarata Pakistanê (ISI) ji "mucahidên" efganî re veguhastin. Di salên 80’î de jî îstîxbaratên Pakistanê nêzî 90 hezar efganî perwerde kirin, di nav de jî damezrînerê tevgera Talîbanê Mela Umer hebû.

Çekdarên nefermî yên efganî jî ji hêla DYA’yê, Erebistana Siûdiyê û Pakistanê ve dihatin perwerdekirin û biçekkirin.

Siûdî û kendavê bê navbera ji Efganistanê re dihatin şandin da ku di şerê "mucahîdîn " de beşdar bibin, ew yek jî bi razîbûna Amerîka pêk dihat.

Di 1983’yan de serokê Amerîkayê Ronald Reagan di Koşka Spî de bi fermandarên "Mucahîdîn" re civî û ew bi şervanên azadiyê wesifand.

Di 1986’an de DYA’yê mûşekên " stinger" ên li ser milan tên hilgirtin û li dijî balafiran in dan "Mucahidîn Efgan", wê jî berê şer guhart û hişt ku Sovyet dest bi danûstandina vekişandinê bike.

SOVYET VEDIKIŞE Û EFGAN ŞER DIKIN

Sovyetê di 15’ê Sibata 1989’an de ragihand ku ew tevahî hêzên xwe bi awayekî fermi ji Efganistanê vedikişîne, bi wê re Sovyetê leşkerên xwe bi temamî ji Efganistanê vekişandin û 10 salên ji dagirkirinê li pey xwe hişt.

Piştî hilweşîna rejîma Mihemed Necîbullah di 1992’yan de yê piştgiriya xwe ji Sovyetê digirt, gelek partiyên siyasî yên efganî li ser peymana aştiyê, dabeşkirina desthilatê, avakirina dewleta Efganistanê ya îslamî û erkdarkirina hikumeta demkî ji bo merheleya demkî, li hev kir.

Qelbedîn Hikumtiyar û partiya wî Partiya Îslamê, Partiya El-Wehde û Yekitiya Îslamê beşdarî wê lihevkirinê nebûn.

Hikumtiyar îtîrafa bi hikumeta demkê red kir û di Nîsanê de derbasî Kabulê bû da ku bi xwe serweriyê lê bike, bi wê re jî şerê navxweyî çêbû.

Di Gulanê de, Hikumtiyar dest bi êriş hêzên hikumetê û Kabulê kir. Di êrişan de piştevaniya malî, leşkerî û îstîxbaratî ji Pakistanê werdigirt. Bi vê yekê hêzên wî nîvê Kabulê wêran kir.

Îranê jî piştevaniya hêzên Partiya El-Wehde ya girêdayî Ebid El-Elî Mezarî kir, Erebistana Siûdiyê jî piştevaniya koma Yekitiya Îslamê kir, di encama nakokiya di navbera wan milîsan de şerê navxweyî li dar ket.

DERKETINA TALÎBANÊ

Di Tebaxa 1994’an de cara yekemîn Talîban derket qadê û bi wê re "destpêkirina rizgarkirina Efganistanê" ragihand.

Talîban tevgereke Talîbanê yên oldar in, ji herêmên Paştûn ên rojhilatê başûrê Efganistanê ne, perwerdeyên xwe di dibistananên îslamê yên klasîk ên Pakistanê de dîtin.

Mela Mihemed Umer di Îlona 1994’an de li Qendeharê tevî 50 xwendekarî kom damezrand.

Li gorî hin çavkaniyan, Pakistan di Cotmeha 1994’an de dema avakirina tevgerê, bi hêza xwe ya leşkerî li gel Talîbanê sekinî.

Îstîxbarata Pakistanê (ISI) hêviya hebûna hêzeke desthilat a nû li Efganistanê ku alîgirê Pakistanê ye dît.

TALÎBAN XWE BERFIREH DIKE

Bi hewldana ferzkirina serweriya li tevahî Efganistanê, tevgera Talîbanê ji baregeha xwe ya li Qendeharê ber bi herêmên din ve çû ku kontrola xwe fireh bike.

Di destpêka 1995’an de tevgera Talîbanê ber bi Kabulê ve çû, lê li ser destê hêzên hikumetê yên bi serkêşiya Ehmed Şah Mesûd azara têkçûnê kişand.

Di dema vekişîna wan ji Kabulê de, endamên Talîbanê bajar topbaran kir, di encamê de gelek sivîl kuştin.

Piştî rêzetêkçûnên, Talîbanê karî serwerî li ser bajarê Harat a rojava di 5’ê Îlona 1995’an de kir. Piştî îdiaya hikumeta Efganistanê ku Pakistanê alîkariya Talîbanê kiriye, di roja dîtir de girseya welatiyan êrişî balyozxaneya Pakistanê ya li Kabulê kir.

Di 26’ê Îlona 1996’an de, Talîbanê amadekariya êrişeke mezin dikir, Mesûd ferman da hêzên xwe ku ji Kabulê vekişin, da ku li çiayayên Hindokoşê yên bakur û rojhilat li dijî Talîbanê bisekinin, ku şerê li kolanên Kabulê nekin.

Talîban di 27’ê Îlona 1996’an de îmarata Efganistanê ya îslamê ava kir. Analîzvanan wê demê tevgera Talîbanê wesif kir ku ew xwe bi pêş dixe ku bibe hêzeke bi wekaletê ji bo berjewendiyên Pakistanê.

Pakistanê bi tevgera Talîbanê ya ji bo hikumeta rewa li Efganistanê îtîraf kir, dûvre jî Erebistana Siûdiyê îtîraf kir, Îmarat jî di dawiyê de îtîraf bi Talîbanê kir ku nûnerê rewa li Efganistanê ye

Di 1998’an de, Îran Pakistan bi şandina hêzên asîmanê ji bo bombebarankirina goristana Şerîf tawanbar kir û yekser hêzên Pakistanê bi pêkanîna "sûcên şer li Bamyan" tawanbar kir. Di heman sale de Rûsya da zanîn Pakistan berpirsê êrişên leşkerî ji Talîbanê re li bakurê Efganistanê ye. Wê yekê jî bi rêya şandina hejmareke mezin ji hêzên Pakistanê pêk tîne. Hin ji wan hêzan ji hêla eniya yekgirtî ya li dijî Talîbanê ve hatin girtin.

DERKETINA BERXWEDANÊ BI FERMANDARIYA ŞAH MESÛD

Di dawiya 1996’an de, Ehmed Şah Mesûd û Ebdureşîd Dostim eniya yekgirtî (hevbendiya bakur) li dijî Talîbanê ava kir. Ji ber Talîbanê amadekariya êrişên li dijî herêmên di bin serweriya Mesûd û Dostim de mane, dikir.

Li gel hêzên Mesûd ku piraniya wan Tajîk in, hêzên Dostim ên Ozbekî û hêzên Hezara yên bi serkêşiya Hac Mihemed Muheqeq û hêzên Paştûn ên bi serkêşiya fermandarên mîna Ebdulheq û Hacî Ebduqedîr tev li eniya yekgirtî bûn.

Ji dema ku Talîbanê di Îlona 1996’an serwerî li Kabulê kir û heta Mijdara 2001’ê eniya yekgirtî nêzî ji sedî 30 Efganistanê kontrol kiribû, ji wîlayetên Bedxeşan, Kabîsa, Texar û parçeyên Berwan, Kener, Nûrestan, Lexman, Semnekan, Qendoz, Xor û Bamyan.

Piştî şerên dirêj, taybet li bajarê Mezar Şerîf ê bakurê, tevgera Talîban û hevalbendiyên wê Ebdureşîd Dostim û hêzên wî yên ji Cinbuşê di 1998’an de têk bir. Dostim hat sirgûnkirin û Ehmed Şah Mesûd bi tenê li dijî Talîbanê di hundirê Efganistanê de ma, wî dikarî parastina parçeyên fireh ji xaka Efganisanê li dijî Talîbanê bikira.

Mesûd li herêmên di bin kontrola xwe de saziyên demokratîk ava kirin û ragihandina mafên jinan îmze kir. Li herêmên Mesûd keç û jinan laçikên efganî li xwe nedikirin, ji jinan re rewa bû ku kar bikin û biçin dibistanan.

Ji destpêka 1999’an Ehmed Şah Mesûd û Ebduheq dest bi xebata yekkirina tevahî etnîkên li EFganistanê kir. Lê Mesûd Tajîk, Hezara û Ozbek kirin yek, li gel wê jî hin fermandarên Paştûn ên di bin sîwana eniya yekgirtî kirin yek. Gelek paştûnên ji Talîbanê veqetîne tev li Ebdulheq bûn û bi wê re girseya Talîbanê bi şûn ket.

Mesûd û Ebdulheqê li ser xebata bi qiralê efganîs ya sirgûn Zahir Şah li hev kir. Di destpêka 2001’ê de Ehmed Şah Mesûd û pê re gelek serokên ji tevahî Efganistanê xîtabek li pêş parlamentoya Ewropa li Brokselê da û tê de bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariyên mirovî ji gelê Efganistanê re pêşkêş bike.

Her duyan bi bîr xistibû ku Talîban û El-Qaîde wêneyê pir şaş li ser îslamê belav kiribû ku bêyî piştevaniya Pakistanê û Usama Bin Ladin (rêxistina El-Qaîde) Talîban nikare di hemleya xwe ya leşkerî de salekê jî berdewam bike.

Di serdana xwe ya ji Ewropa re hişyarî da ku li gorî agahiyên wî yên îstîxbaratî dê êrişek li dijî Amerîka pêk bê. Serokê parlamentoya Ewropa Nicole Fontaine cemsera azadiyê li Efganistanê wesif kiribû.

Ehmed Şah Mesûd di 9’ê Îlona 2001’an di êrişeke xwekuj de hate qetilkirin, ew yek jî beriya 2 rojan ji bûyerên 11’ê Îlonê bû. Tê texmînkirin ku Usama Bîn Ladin ê serokê El-Qaîde yê bi Talîbanê re hevalbend bû, 2 endamên ji rêxistinê şandin ku wî bikujin. Her du endamên Talîbanê xwe kir ku rojnamevan in û kamerayên bombebarkirî bi xwe re birin û li bajarokê Xewace Behaedîn ê li wîlayeta Texar a bakurê ya li nêzî Tajîkistanê Ehmed Şah Mesûd qetil kir.

Sibe: Efganistan… Amerîka Talîbanê têk dibe, piştî 20 salan dîsa welêt radestî wê dike

(fr)

ANHA