PDK`ê nahelê parêzer û malbata Ciwana Ebdilbaqî serdan bikin

Endama Têkiliyên Diplomatîk a RJAK`ê da zanîn ku heya niha PDK`ê nehiştiye ku malbat û parêzerên Ciwana Ebdulbaqî serdana wê bikin. Zeyneb Mihemed li ser rewşa tenduristî ya hevala xwe fikarên xwe anîn ziman û got, “Di piştperdeyê de dewleta Tirk heye.”

PDK`ê nahelê parêzer û malbata Ciwana Ebdilbaqî serdan bikin
8 îlon, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Endamên Meclisa Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK)  Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen 3 Tebaxê piştî vegere Şengalê di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK`ê ve hatibûn binçavkirin.

Piştî 33 rojan Seyran Ehmed Hesen û Xewla Mihemed Hesen serbest hatin berdan lê li ser Ciwana Eldulbaqî heya niha tu agahî tine ye.

Endama Têkiliyên Dîplomatîk a RJAK`ê Zeynep Mihemed der barê mijarê de got, divê demildest Ciwana Edbdilbaqî jî bê berdan.

'FIKARÊN ME LI SER TENDURISTIYA WÊ HEYE'

/kr/uploads/files/2021/09/07/200458_whatsapp-image-2021-09-04-at-19.36.58.webp

Zeynep Mihemed, destnîşan kir ku ji bo wergirtina agahiyan li ser her sê jinan gelek hewldan hatine kirin û wiha lê zêde kir: “Mixabin heya niha PDK`ê tu agahiyan bi me re parve nekirine û bersiva me jî nade. Ji bo em wekaletê ji wan re bikin, qebûl nekirin. Her sê malbatên hevalên me jî çûn ji bo wan bibînin û rewşên wan bizanbin lê nehiştin derbas bibin. Ne serlêdanên parêzeran ne jî yên malbatan qebûl dikirin. Her dû hevalên me hatin berdan lê hevala me Ciwana hîn tu agahiyên me li ser wê tine ne. Em nizanin bê ka rewşa wê ya tenduristî çawa ye. Li gor agahiyên ku me girtine rewşa wê ya tenturistî  ne baş e. Ji ber wê fikarên me hene.”

'HEMAN SIYASETA DEWLETA TIRK E'

Li Tirkiyê jî hema bêje rojane jin tên binçavkirin, girtin û qetilkirin. Bi hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re siyaset, sîstem, nêzîkatî jî hat guhertin ku heman rêbazên dewleta Tirk tên kirin. Têkildarî siyaseta ku PDK`ê ya li dijî jinan Zeynep Mihemed, da zanîn ku hewl didin tevger û têkoşîna jinan li Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin û ev tişt anîn ziman: “Ev heman siyaseta dewleta Tirk e û tu cudahiya wan ji hev nîn e. Li Tirkiyê jî heman tiştî dikin. Li Tirkiyê bê sedem jin tên binçavkirin, girtin û sûc li dijî wan tê kirin.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê tenê bi nav maye, lê belê herêma Başûr ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve tê rêvebirin. Sîstem girêdayî dewleta Tirk e û di paşperdeya girtina hevalên me de jî dewleta Tirk heye.  Ruxmî her sê hevalên me xelkê herêmên Başûrê Kurdistanê ne û tu sûcên wan yên dijberî qanûnê tune ne jî, hatibûn girtin û hîn jî hevaleke me nehatiye berdan.”

'HÊZ Û TÊKOŞÎNA JINAN QEBÛL NAKIN'

Zeynep Mihemed, sekna saziyên jinan yên li Başûrê Kurdistanê rexne kir û ev tişt got: “Li Başûrê Kurdistanê têkoşîna jinan gihaştiya asteke bilind. Gelek caran jin li dijî sîstemê dengê xwe bilind dikin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê vê hêz û tevgera jinan qebûl nake. Dixwazin dengê jinan qut bikin, pêşî lê bigrin.  Bi van rêbazan hewl didin civakê dîsa bi rêya jinan bidin girtin.

Li dijî girtin û kiryarên li ser jinan helwest ango dengên saziyên jin yên li Başûrê Kurdistanê lawaz e. Siyaseta ku di aliyê deshiladariyê de tê meşandin li ser wan bandor dike. Çend daxuyanî hatin dayîn lê dengekî zêde dernexistin. Ev jî cihê rexneyê ye. Em bang dikin ku her hevala me Ciwana Ebdilbaqî ya bêsûc û sedem hatiye girtin demildest bê berdan.”

ANHA