Şêxê qebîleya El-Welde: Em bi Rêveberiya Xweser re ne

Şêxê qebîleya El-Welde Hamid El-Ferec piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re nîşan da û got, ji bo çareserkirina aloziya welat, pêwîstiya Sûriyê bi siyaseteke demokratîk heye.

Şêxê qebîleya El-Welde: Em bi Rêveberiya Xweser re ne
8 îlon, 2021   03:15
REQA-EHMED EL-ESAF

Şêxê qebîleya El-Welde Hamid El-Ferec di hevdîtinekê de li gel ANHA'yê diyar kir ku eşîrên herêmê piştgiriya Rêveberiya Xweser di qadên siyasî, leşkerî û civakî de dikin.

Şêx Hamid El-Ferec got:  "Rêveberiya Xweser ji destpêka ku ava bûye ji bo pêkanîna ewlehiyê û xizmeta gel dixebite. Em eşîr bi Rêveberiya Xweser re ne, me desteka manewî û civakî da da ku astengiyên li pêşiya vê rêveberiyê derbas bibin. Her wiha ji bo xizmeta Sûriyê bi giştî û bakur û rojhilatê wê bi taybet em bi hev re dibin alîkar."

'RÊVEBERIYA XWESER BINGEHA XEBATA DEMOKRATÎK E'

El-Ferec girîngiya ku Rêveberiya Xweser fermî were naskirin destnîşan kir û wiha dom da axaftina xwe: "Divê dewletên ewropî û yên erebî bi awayekî fermî û eşkere îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin û di aliyê siyasî û leşkerî de piştgiriyê bidin wê. Ji ber ku Rêveberiya Xweser bingeha xebata demokratîk û siyaseta demokratîk li herêmê ye û gelên Sûriyê bi hemû beşên xwe hewcedarî vê rêveberiyê ne."

Şêx Hamid El-Ferec bang li Rêveberiya Xweser kir ku asta xebata xwe bilind bike û rola xwe li herêmê xurttir bike.

'EM BI RÊVEBERIYA XWESER RE NE'

El-Ferec piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re anî ziman û got: "Em her tim bi rêveberiyê ne, me salvegera 3'yemîn a damezirandina partiyê pîroz kir, piştgiriya me ji rêveberiyê re bê sînor e, dema ku pêwîstiya rêveberiyê di her nêrînekê de bi me hebe, em şêxên eşîran her tim hazir in."

El-Ferec diyar kir ku hemû kombûnên eşîran û meşên ku li herêmên têne kirin ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser û naskirina wê ne.

Şêx Hamid El-Ferec di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Rêveberiya Xweser kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê ye û banga li Rêveberiya Xweser kir: "Mîna li Swîsreyê, nûnertiyên xwe li hemû dewletan vekin, ev gav dê ber bi naskirina vê herêmê û gelên wê ve bibe û dê bi awayekî mezin ewlehiyê li herêmê pêk bîne."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RCtEMkPZsxk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>