Komîteya Azadiya Rêbertî: Ji bo rakirina tecrîdê em ê zextê li civata navneteweyî bikin

Endamên Komîteya Azadiya Rêbertî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kirin ku piştî fikrê rêbertî li cîhanê belav bû û li Rojavayê projeya demokratîk hate avakirin, armancên hêzên komploger negihaştin serî.

Komîteya Azadiya Rêbertî: Ji bo rakirina tecrîdê em ê zextê li civata navneteweyî bikin
6 îlon, 2021   05:40
TEBQA

Rêber Abdulah Ocalan di 15'ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û di girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye.

Ocalan herî dawîn di 25’ê Adarê de bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû. Lê peywendî piştî çend deqeyan hate birîn.

Endamên Komîteya Azadiya Rêbertî ku beriya çend mehan li Tebqayê hate avakirin, dibêjin ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst piştî nas kirin ku fikrê rêber Abdullah Ocalan ji bo wan xeter e, komplo pêk anîn û ew dîl girtin û piştre jî tecrîd li ser ferz kirin, da ku rê li ber belavbûna fikrên wî bigirin.

Fîras Reşo diyar kir ku fikrê rêber Abdullah Ocalan sînorê "yek netewe" derbas kir û banga azadiya hemû gelan û şerê li dijî desthilat û kapîtalîzmê dike.

Reşo destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan di felsefeya xwe de çareserî ji hemû pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê re pêşkêş kiriye û got: "Mînaka vê yekê rewşa pêşketî ya herêmên Rêveberiya Xweser e ku tevî astengiyan jî li ber xwe dide."

Li aliyekî din jî endama Komîteya Azadiya Rêbertî Şeza El-Hisên got, armanc ji avakirina komîteyê zextê li civata navneteweyî û hikumeta faşîst a Tirkiyê bike da ku tecrîda li ser rêbertî rakin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk tu sûd ji vê tecrîdê wernegirt û dê wernegire jî, ji ber ku fikirê rêbertî li tevahiya cîhanê belav bûye."

Fîras Reşo û Şeza El-Hisên bang li rêxistinên hiqûqnas kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bihêle malbat û parêzerên rêber Abdullah Ocalan serdana wî bikin û rewşa tenduristiya wî nas bikin.

Endama Komîteya Azadiya Rêbertî Şeze El-Hisên jî destnîşan kir ku armanca avakirina komîteyê ew ku zext li civaka navneteweyî û bi taybetî li hikumeta Tirk a faşîst bê kirin da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Oclaan bi dawî bibe. Şeze her wiha diyar kir ku fikrên rêber Ocalan li her devera cîhanê belav bûye, ji ber wê yekê dewleta Tirk dê bi tecrîdê armancên xwe pêk neyîne.

Fîras Reşo û Şeze El-Hisên bang li rêxitinên hiqûqî û yên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û rê bidin parêzer û malbata rêber Ocalan ku hevdîtinê pê re bikin.

(eh)

ANHA