ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-09-2021
5 îlon, 2021   23:00

- Koçberên Efrînê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê hewl didin dîroka kantonê ya vedigere bi hezarên salan tune bike û gotin ew ê li hember siyasetên guhertina demografîk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin û gotin, berxwedana gelê Kurd dê li dijî faşîzma dewleta Tirk bidome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Nivîsgeha Dozên Qanûnî ya Rêveberiya Xweser li herêma Firatê, parêzer Welat Hemê piştrast kir ku girtina nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê binpêkirina qanûn û pîvanên dîplomatîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Komîteya Azadiya Rêbertî tecrîda  li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kir ku piştî fikirê rêbertî li cîhanê belav bû û li Rojavayê projeya demokratîk hate avakirin, armanca hêzên komploger negihiştin serî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Koçberên Efrînê bêhiqûqiya devmirovî ya navneteweyî û binpêkirinên dewleta Tirk ên li hemberî girtiyên siyasî, şermezar kir, her wiha diyar kir ku heta rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî serbest neyên berdan, wê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dr. Kamûran Berwarî, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku di pêşerojê de êrişên mezin pêk bîne helwestan dipîve û got: “Dixwaze ku têkoşîn û berxwedana gelê Kurd bişkîne da ku bikaribe di demeke nêz de bi hêsanî Kurdistanê dagir bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ayşe Hiso da zanîn ku siyasetên PDK’ê yên dawî ji kurdan re îxanet e û got, divê tevahî gelê Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê piştgiriya gerîlayên HPG’ê bikin û helwesteke tund li dijî siyasetên PDK’ê nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Rêxistina Xwezayê ya Kurdistanê Serwer Qeredaxî da zanîn ku dewleta Tirk zêdetirî milyonek û 300 hezar donim ji daristanên Başûrê Kurdistanê şewitandin û zêdetirî 11 caran herêmên çiyayî bi çekên kîmyewî bombebaran kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hekem Xelo bal kişand ser girîngiya xweparastina civakî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got “Divê hemû kolan, kuçe û mal bibin navendên xweparastina civakî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA