Wezîrê Parastinê ya Qibirsê: Em ê bi tundî bersiva kiryarên dewleta Tirk bidin

Wezîrê Parastinê ya Qibirsê Charalambos Petrides da zanîn ku têkildarî herêma Varoşa ya bi nakok, wê Qibirs bi rêya endametiya xwe ya YE`yê û hevbendiyên staratejîk, bersiva kiryarên dewleta Tirk ên neqanûnî bide.

Wezîrê Parastinê ya Qibirsê: Em ê bi tundî bersiva kiryarên dewleta Tirk bidin
5 îlon, 2021   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Charalambos Petrides diyar kir ku welatê wî li hemberî kiryarên neqanûnî yên dewleta Tirk teslîm nabe.

Petrides wiha dewam kir: "Em ê bi rêya endametiya xwe ya di YE`yê û hevbendiyên stratejîk ên bi dewletên cîran re, bersiva kiryarên dewleta Tirk bidin."