Li Efrîna dagirkirî desteserkirina milkên niştecihên resen didome

Çete û xelkên li Efrînê hatine bicihkirin dest datînin ser milkên şêniyên resen û pê bazariyê dikin.

Li Efrîna dagirkirî desteserkirina milkên niştecihên resen didome
30 tebax, 2021   13:55
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û xelkên ji Xûta Şerqiyê ya Şamê dest danîn ser mala şêniyê bi navê Xelîl Îbrahîm ê ji gundê Dimilya yê Mabatayê. Mala wî şêniyî li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê ye û bi hezar û 200 dolar hatiye firotan.

Li gundê Dêrsewan ê navçeya Şerayê mala şêniyê bi navê Semîr Şêxmûs hate desteserkirin. Kesek ku bi eslê xwe ji bajarokê Heyan ê bakurê Helebê ye, dest danî ser mala Şêxmûs û bi hezar û 400 dolar firot niştecihekî ji Qelemon ê gundewarên Şamê.

Li aliyekî din jî, xelkê ji taxa Şîar a Helebê, mala Mihemed Şêx ê ji gundê Qere Tepe yê navçeya Şera desteser kir. Mala Şêx li taxa Eşrefiyê li kolana Fîl a li derdora baregeha Tirkiyê ye û bi 900 dolar firot niştecihê ji Xûta Şerqiyê ya Şamê.

(fr)

ANHA