Macîde Emîn: Piştî ceribandinê wê av bigihêje Hesekê

Hevseroka Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya Hesekê Macîde Emîn diyar kir ku piştî ceribandina projeya kişandina avê ji çemê Firatê, ew ê avê bidin hinek taxên bajarê Hesekê.

Macîde Emîn: Piştî ceribandinê wê av bigihêje Hesekê
30 tebax, 2021   12:14
HESEKÊ

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê li ser Hesekê qut kir, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo vê pirsgirêkê bi lez çareser bike, dest bi projeya kişandina ava çemê Firatê ji navçeya Siwer ê Dêrazorê kir da ku avê bigihîne stasyona Ezîziye ya Hesekê.

Proje li ser gelek qonaxan pêk hat. Di qonaxa yekemîn de xetên kişandina avê, stasyonên kehrebeyê, stasyona Elwe û 47 hatin sererastkirin. Piştre stasyonên Ezîziye, Şedad û Mergedayê hatin sererastkirin.

Li gorî Hevseroka Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Hesekê Macîde Emîn, piştî ku av bigihêje stasyona Ezîziye av tê paqijkirin.

Macîde wiha domand: “Em stasyonên Şedad û Mergedayê sererast dikin da ku avê bigihînin herêmên li başûr. Ev çareserî demkî ne û ne alternatîfên stasyona Elok e. Ji ber ku Elok stasyona sereke ye ku avê dide herêma Hesekê.”

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji 2019`an ve zêdetirî 17 caran ava stasyonê Elokê li ser zêdetirî milyonek kes li Hesekê û kampên li herêmê qut kirin.

Macîde daxuyand ku piştî ku projeyê bicerbînin dê avê bidin hinek taxên bajarê Hesekê. Her wiha bi bîr xist ku lêçûna vê projeyê derdora milyonek û 500 hezar dolar e.

Mecîda têkildarî sedemên derengmayîn ceribandina projeyê ku piştî 8 mehan bi dawî bû got: “Ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike, rêjeya wê kêm dibe. Di encamê de stasyonên kehrebeyê jî baş naxebitîn. Her wiha ji ber belavbûna Koronayê li herêmê karmendan di dema qedexeyê de kar nekirin. Li rex wê jî şaneyên veşartî her tim êriş dibirin ser xetên projeyê. Ji ber van sedeman hemûyan, proje dereng ma.”

Macîde piştrast kir ku dorpêça li ser herêmê û girtina dergehan bûn sedem ku amûrên pêwîst ên ji bo sererastkirina stasyonan dereng bigihêjin herêmê.

Macîde eşkere kir ku piştî ceribandinê dê av bigihêje hinek taxên Hesekê û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Heke qutkirina ava çemê Firatê berdewam kir, dibe ku em bi pirsgirêka derengxistinê re dîsa rû bi rû bimînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w6k-7JAY2wM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>