Li Babê şer di navbera çeteyên dewleta Tirk û sivîlan de derket

Li gundê Hizwanê yê gundewarê Babê yê rojhilatê Helebê piştî ku çeteyan mala sivîlekî desteser kir da ku bikin baregeh, şer di navbera komeke sivîlan û çeteyên El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de derket.

Li Babê şer di navbera çeteyên dewleta Tirk û sivîlan de derket
30 tebax, 2021   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundê Hizwanê yê gundewarê Babê yê rojhilatê Helebê piştî ku çeteyên El-Hemzat mala sivîlekî desteser kir da ku bikin baregeh, di navbera komeke sivîlan û çeteyên El-Hemzat de şer derket.

Li gorî SOHR`ê mala sivîlê ku behsa wê têkirin, dewleta Tirk a dagirker ji xwe re kiribû baregeh lê piştre radestî xwediyê wê kir. Piştî wê çeteyên El-Hemzat bi armanca ku mala wî sivilî bikin baregeh, hemû tiştên di malê de dizîn û dest danîn ser malê. Di encamê de nakokî di navbera xwediyê mal û çeteyan de derket. 

Dema welatî daxwaza mala xwe kir, çeteyên El-Hemzat gule lê barand ku di encamê de xwediyê malê di lingê xwe birîndar bû. Piştî wê xizmên welatiyê birîndar destwerdan kirin û şer derket.

Li gorî agahiyan di encama şer de gelek birîndar hene û nakokî heta vê kêliyê berdewam e.

(şx)

ANHA