Cenazeyê welatiyekî Kurd li Mabatayê hat dîtin

Cenazeyê welatiyê bi navê Ridwan Ebdulrehîm di nava baxçeyekî zeytûnan a li Mabatayê de hate dîtin.

Cenazeyê welatiyekî Kurd li Mabatayê hat dîtin
23 tebax, 2021   10:17
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê, şêniyên Gundê Mezin ê Efrînê duh cenazeyê Ridwan Ebdulrehîm di nava baxçeyên zeytûnan ên li Mabatayê de dît.

Heman çavkaniyan diyar kir ku di navbera Ebdulrehîm û serçeteyê bi navê Mûtaz ê di koma El-Hemzat de nakokî hebû, ji ber ku Ridwan Ebdulrehîm ji çeteyan dixwest ku ji mezreya wî derkevin.

Her wiha beriya demekê çete Mûtaz gefa kuştinê li Ebdulrehîm xwaribû.

(dm)

ANHA