Lêkolînerê tevgerên îslamî: Amerîka xeterî li ser sînorên Rûsya û Çînê çêkir

Lêkolînerê tevgerên îslamî Ehmed Ban got, Amerîka bi vekişîna xwe xeteriyek mezin li ser sînorên Rûsya û Çînê çêkir û divê Ereb sîsetmên xwe yên ewlehiyê yên xweser xurt bikin.

Lêkolînerê tevgerên îslamî: Amerîka xeterî li ser sînorên Rûsya û Çînê çêkir
20 tebax, 2021   05:44
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Rêveberiya serokê berê yê Amerîkayê Dunald Trump sala 2020`an bi tevgera Talîban re ji bo vekişîna ji Efganistanê, peymanek çêkir. Bi şertê ku Talîban hemû êrişên li dijî leşkerên Amerîkayê rawestîne û nehêle ku Efganistan bibe cihekî bi ewle ji bo El-Qaîde û DAIŞ`ê, her wiha bi rayedarên Efgan re danûstandinan bike da ku hikumeteke nû bê avakirin. Dema ku Biden hat ser desthilatê ragihand ku wê hemû hêzên Amerîka yên li Efganistanê di dawiya meha Îlonê de vekişîne, bi wê yekê destwerdana ku 20 salan dewam kir bi dawî bike.

Dema ku hêzên Amerîkayê dest bi vekişînê kir, Tevgera Talîbanê dest danî ser wîlayetên Efganistanê yek li pey yekê, bêyî ku hêzên ewlekariyê ku bi salan ji aliyê hêzên Amerîkayê ve dihatin perwerdekirin, li ber xwe bidin. Vê rewşê li ser hebûna peymaneke veşartî di navbera Talîban û Amerîkayê de, guman çêkirin.

Vekişîna hêzên Amerîka û desteserkirina Talîban li ser Efganistanê di serê her kesî de pirsa, çima Amerîka vekişiya, çêkir. Têkildarî mijarê, lêkolînerê kar û barên tevgerên îslamî Ehmed Ban got,  tişta li Efganistanê çêbûye, binkeftina mezin ya Amerîkayê ye, ruxmî îdiayên wê ku armancên xwe pêk anîne.

Ehmed Ban destnîşan kir ku ger armanca Amerîkayê pêşîlêgirtina El-Qaîde û tunekirina wê bûya, dikarî tenê hin balafirên Amerîkayê yên bêpîlot şandibana wir û pêwîstî bi operasyoneke leşkerî ya mezin û lêçûna madî ya zêdetirî 2 tirlyon dolar, nedidît.

Ban ji ajansa me re got, “Bi baweriya min, Amerîka xwest xerteriyeke mezin li ser sînorên Rûsya û Çînê ava bike. Ew yek di çarçoveya pêşbirka di navbera hêzên mezin ên cîhanê de pêk hat.”

Ehmed Ban piştrast kir ku Amerîka ne ji bo demokrasiyê yan mafên mirovan, ne ji bo avakirina forma dewleteke nîştimanî, ne jî ji bo avakirina sazî yan artêşekê çû Efganistanê.

Lêkolînerê kar û barên tevgerên îslamî Ehmed Ban teqez kir ku Amerîka ne dirust e û êdî bawerî pê nabe û wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Nameya herî girîng ji bo Ereban ew e ku li gorî hêza xwe ya xweser, sîstemên xwe yên ewlehiyê xurt bikin. Bawer nakim ku destwerdanên nû yên Amerîkayê dê rewşê biguherin, bawer nakim ku Amerîka ji nûve vegere jî, herçiqasî nîşaneyên wê jî bide.”

(cx)

ANHA