​​​​​​​PADÊ: Bila parlamento biryara girtina baregehên Tirkiyeyê bide

Desteya Rêveber a PADÊ ji Parlamentoya Iraqê xwest biryarekê derxîne da ku hemû baregehên Tirkiyeyê yên li ser axa Iraqê werin girtin, qada hewayî ya Iraqê li hemberî balafirên Tirkiyeyê were parastin.

​​​​​​​PADÊ: Bila parlamento biryara girtina baregehên Tirkiyeyê bide
19 tebax, 2021   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û bêdengiya Hikûmeta Iraqê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û hat gotin: “Damara mirovahiyê miriye, lewma tu kes dengê xwe li hemberî van êrîşan dernaxîne.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya rayedar û Hikûmeta Iraqê jî hat rexnekirin û wiha hat domandin: “Rojane serweriya xaka Iraqê tê binpêkirin, lê li beramberî wê tu helwest nayê nişandan.”

Di berdewama daxuyaniyê de ji Parlamentoya Iraqê hat xwestin ku biryarekê derxîne da ku hemû baregehên Tirkiyeyê yên li ser axa Iraqê werin girtin. Her wiha qada hewayî ya Iraqê li hemberî balafirên Tirkiyeyê were parastin. Ji Hikûmeta Iraqê jî hat xwestin ku li hemberî hesabên siyasî yên ser şengalê erka xwe bicîh bîne û di pêvajoya hilbijartinê de Şengalê nexe nava berjewendiyên hizbî.