Dijber li Iraqê li hev dicivin; gelo dê çi nîqaş bikin?

Hikumeta Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî dê di dawiya Tebaxê de bi beşdariya welatên cîran û hin dewletên din civîneke ewlekarî û aborî li dar bixe. Gelo armanc ji vê civînê çi ye û encamên ku dikare bi xwe re bîne, çi ne?

Dijber li Iraqê li hev dicivin; gelo dê çi nîqaş bikin?
17 tebax, 2021   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Hikumeta Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî amadekariyên lidarxistina civînekê dike ku tê payîn di dawiyê vê mehê de li Bexdayê were lidarxistin. Kazimî serokên dewletên cîranên Iraqê, dewletên Ereban û yên Ewropayê (Misir, Îmarat, Qeter, Amerîka û Fransa) vexwendine civînê.

Nûnerên serokwezîrê Iraqê di nava çend rojên dawî de vexwendname ji serokên dewletan re şandin.

Mîrê dewleta Kuwêtê Şêx Newaf El-Ehmed ê yekemîn bû ku vexwendnameya Kazimî ya beşdarbûna civîna Bexdayê wergirt, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz jî hatin vexwendin.

Serokê Misirê kir El-Sîsî û qralê Urdunê Abdullah Al-Sanî jî hatin vexwendin.

Lê heta niha tu welatên erebî asta nûnertiya di civînê de diyar nekiriye, her wiha hîna xuya nebûye ku vexwendname ji serokê hikumeta Şamê re hatiye şandin an na. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Kazimî agahdar kir ku dê beşdarî civînê bibe.

Têkildarî şandina vexwendnameyê ji Beşar Esed re, çavkaniyekî ji rojnameya El-Ewast re got: "Heta niha nayê zanîn ku dê vexwendnameya beşdarbûna kongreyê ji Sûriyê re were şandin yan na, lê di lîsteya xebatên lûtkeyê de mijara pirsgirêka Sûriyê jî heye.”

DI CIVÎNÊ DE DÊ ÇI WERIN NÎQAŞKIRIN?

Têkildarî dosyayên ku dê di civînê de werin nîqaşkirin, rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê sûrî Malik El-Hafiz got:  "Heke nûnerên Sûriya beşdar nebin jî dê dosyaya Sûriyê ji mijarên sereke yên nîqaşên civînê be, mijarên hevbeş di navbera Sûriyê û Iraqê de hene, mîna ava ji Tirkiyê tê. Iraq hewcedar e ku vê mijarê di civîneke wiha de veke. Her wiha mijara şerê li dijî terorê û hêzên tev lê bûne, ji mijarên sereke ne ku dibe werin nîqaşkirin. Dîsa astengiyên siyasî û ewlehî yên li hemberî dewletên herêmê, nakokiyên herêmî û bandorên wan li ewlehiya herêmê, mijara tevkariya aborî ya hevbeş jî mijareke ku ev dewlet divê li gel bandorên pandemiya Koronayê nîqaş bikin.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Kurd Hisên Omer jî got, mijarên ku dewletên beşdar eleqedar dike dê werin nîqaşkirin û wiha domand: "Dibe ku li gel Iraqê pêşnûma û nexşerêyek hebe ji bo ku destwerdanên Tirkyê û Îranê yên li kar û barên Iraqê bi dawî bikin. Lê navarokê pêşnûmayê çi ye û gelo dê bandorê li hebûna hêzên dijberî van dewletan li hundirê Iraqê bike? Heta vê kêliyê ev nayê zanîn.”

'IRAQ DIXWAZE ROLA XWE YA BERÊ VEGERÎNE'

Nivîskar û şîrovekarî siyasî yê iraqî Nezîr El-Kendûrî li ser armancên lidarxistina civînê got: "Kazimî bi mijara nîqaşkirina pirsgirêkên siyasî û ewlehî yên li hemberî dewletên herêmê civînek ragihand û serokên dewletên cîranên Iraqê vexwendinê da ku mijarên siyasî û ewlehî yên dewletên herêmê nîqaş bikin. Lê ev gotinên derew in û rê li ber gelek pirsên girêdayî armanca rasteqîn a Kazimî vedike.”

El-Kendûrî diyar kir ku du sedemên sereke yên Kazimî ji lidarxistina vê civînê hene û wiha pê de çû: "Sedema yekemîn propagandaya xwe bike, nemaze piştî ku dest bi paşxistina hilbijartinan kir ku dihat payîn 10'ê Mijdarê de bên lidarxistin, di encamê de dewra wî heta sala bê, di Nîsanê de dirêj bike, mîna vê bûyera dîplomasîtîk a li ser asteke bilind dê destekê bidin Kazimî û dê hêviyên wî yên beşdarbûna hilbijartinên bê bilind bike.

Sedema duyemîn; di nava gel de poragandaya xwe bike û xwe ji raya giştî ya Iraqê re bide nîşandan ku zilamê pêvajoyê ye û dikare pirsgirêkên Iraqê, pirsgirêkên herêmî yên ku bandorê li Iraqê dikin, çareser bike. Di baweriya me de ku ev sedem têrê nakin ku mîna vê konferansê were lidarxistin û nîşaneyên binkeftina wê di pêkanîna armancên Kazimî de xuya dibin.”

Iraq di nava gelek zehmetî û krîzan de ye, ji kehrebê bigire ya ku bi awayekî mezin ji Îranê digire, heta hilweşîna binsazî û xizmetguzariyê, aloziya aborî, paşketina nirxê petrolê, aloziya ewlehî ya di navbera hêzên alîgirên Îran û hêzên Amerîkayê de, her wiha aloziya avê ku dewleta Tirk sedema wê ye.

Rojnamevan Malik El-Hafiz li ser armancên lidarxistinê vê civînê got Bexda hewl dide rola xwe ya herêmî vegerîne, dema lidarxistina civînê, hemwextî pirsigêrkên navxweyî yên li Iraqê ku girêdayî hilbijartinan e. Her wiha got Iraq hewl dide roleke herêmî bilîze ku ji bin bandora nakokiyên herêmî yên dewletên mîna Erebistana Siûdî, Îran û Tirkiyê derkeve.

NAMEYA AMERÎKAYÊ JI DEWLETÊN BEŞDAR RE

Ev civîn piştî serdana Kazimî ya ji bo Washingtonê tê lidarxistin ku di dawiya Tîrmehê de pêk hatibû. Di civîna li Washingtonê ya di navbera Kazimî û Biden de her duyan li ser bidawîkirina mîsyona leşkerî ya DYA'ê ya li Iraqê li hev kiribû. Li ser vê mijarê Malik El-Hafiz got: "Ev serdan bandoreke rasterast li civînê dike ku ya yekemîn ji bo dewletên cîranê ye.”

El-Hafiz diyar kir ku Iraq di aliyê erdîngarî de dewleteke girîng e û cihê wê jî girîng e, mimkun e ku dewletên derdorê lê bicivin û pirsgirêkên girîng ên ewlehî û îstîqrara herêmê gotûbêj bikin. El-Hafiz da zanîn ku nameyên DYA'yê ji bo Iraqê hene û di bê rêbazekî diplomatîk ji hin dewletan re eşkere bike û got: "Ji ber vê yekê pewîstî hate dîtin ku ev civîn were lidarxistin da ku hin dosya werin eşekirin û li ser maseya diyalogan werin danîn da ku di demên bê de werin nîqaşkirin.”

Dawiya Hezîrana borî li Bexdayê civîneke sêalî di navbera serokên Iraq, Misir û Urdunê de hatibû lidarxistin. Di civînê de dozên hevbeş ên Iraq, Misir û Urdunê, mîna veguhestina bejahî, kehrebe û çandinî, amadekirina kargehên Iraqê ji aliyê şirîkên Misirê ve hatin nîqaşkirin. Her wiha mijarên çawaniya rêgirtina li ber destwerdanên derve hatin gotûbêjkirin. Li gorî şopdaran, ev hewldan li pêşberî kirinên her sê welatan ne hêsan in.

Der barê girîngiya vê civînê de El-Hafiz wiha got: "Ji bingehê ku Iraq beşdarî projeyeke herêmî ya girîng an ku Şama nû bûye, ev yek di rewşeke hestiyar de tê ku îhtîmal e, nêzîbûna Erebistana Siûdî-Tirkiyê vegere, li aliyekî din jî gihiştina serokê nû yê Îranê ku parelel mijara jinûve aktîvkirina peymana nûklerî ya Îranê nîqaş bike, li beramberî ku rola Îranê li herêmê û Sûriyê bi taybet were lawazkirin.

GELO DÊ DIJBER LI HEV BICIVIN?

Girêdayê mercên lidarxistina civînê û nûnertiya dewletên beşdar, El-Hafiz wiha got: "Tevî ku hîna rengê nûnertiya her dewletekê di vê kongreyê de diyar nebûye, lê em dikarin bêjin ku rûniştina li ser maseyekê mijareke girîng e, di aliyê siyasî de pêwîst e, da ku dosyayên tevlihev werin nîqaşkirin û çareserkirin.”

Malik El-Hafiz îşaret pê kir ku kongrê ya yekmîn gaveke besît ber bi rêya avakirina lihevkirinan pêkanîna berjewendiyên her aliyekî ku li gorî berjewendiyên aliyên din be ve ye û wiha pê de çû: "Iraq endameke baş ji bo mîna van civînan e, bi hatina Kazimî re Iraq zêdetir nêzî dewletên erebî bû û têkiliyên wê bi Riyadê re baş in. Her wih têkiliyên wê bi Îranê re baş in, ji ber vê yekê aliyên nelihevkirî dibînin ku vexwendina Iraqê derfeteke guncaw e da ku nakokiyên xwe çareser bikin û berjewendiyên aborî pêk bînin ku dibe şeklekî nû ji tevkariya di navbera dewletên herêmê de xêz bike.”

El-Hafiz got: “Zehmet e Sûriye beşdar bibe yan serokê rejîmê an nûnerê wî ji kesayetiyên payebilind werin vexwendin. Di navbera Şam û van welatan de tu gavên asayîkirina siyasî tune ne, hê zû ye mijara tevlêkirina Şam di asta siyasî û dîplomatîk de bi derdorên wê yên herêmî re werin nîqaşkirin.”

Hisên Omer diyar kir ku vexwendname ji dewletên nakok re, mîna Tirkiye, Erebistana Siûdî û Îmaratê re, her wiha Îranê re û ji Misir û Tirkiyê re hatine şandin û got: "Gelo dê ev hevdîtin bi ser bikevin an na? Asta nûnertiya dê çawa be? Divê em li bendê bin heta ku mijar zelal be. Heger civîna dewletên cîranê li ser asta wezîran be wê bê encam be, heger serokên dewletan beşdar bin bi nêrîna min wê nîqaş li ser xurtkirina têkiliyan di navbera van dewletan de be. Iraq dê hewl bide nakokiyên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de, di navbera Îmarat, Qeter û dewletên din mîn Misir û Erebistana Siûd de rake. Serokê hikumeta Iraqê dê hewl bide têkiliyên di navbera Misir û Erebistana Siûd de li aliyekî û Tirkiyê li aliyekî din de çareser bike, ev yek ji bo Iraqê wê ne hêsan be.

Lê dibe ku Tirkiye û Îran li ser asteke bilind beşdar bibin, ji ber berjewendiyên wan li Iraqê hene, her du dewlet Iraq dixwazin, Tirkiyê herêma Kurdistanê, bi taybet herêmên di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê de heta Şengalê dixwaze û Îran tevahî Iraqê, her wiha herêma Soran a Iraqê dixwaze.”

Hisên Omer wiha pê de çû: “Lê belê wekî min gotî, ji berjewendiya Sûriye, Îran û Tirkiyê ye ku beşdarî vê kongrayê bibin. Rejîma sûriyê dixwaze ku di kongrayeke herêmî ya berfireh de xuya bike, rejîmên Tirkiyê û Îranê jî dixwazin armancên xwe pêk bînin û li hemberî hewldanên hin aliyên di hikumeta Iraqê de yên qelskirina serweriya wan, bisekinin.”

DERFETÊN SERKEFTINÊ

Têkildarî îhimalên serkeftina vê civînê, nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Iraqî Nazîr El-Gendûrî wiha got: “Yek ji sedemên girîng ji bo binkeftina kongrayeke bi vê rengî, ew e ku serokên welatên dê beşdar bibin xwedî nankokiyên kûr in. Bawer nakim ku Kazimî di dîplomasiyê de xurt e û karibe bandore li serokên wan dewletan bike û nakokiyên di navbera wan de çareser bike. Bo nimûne, nankokiyên Îran û Siûdiyê dê bi hêsanî û bi lez bi dawî nebin, ruxmî ku gelek gerên danûstandinan di navbera her du aliyan de li Bexdayê pêk hatin jî, lê bê encam man. Ji bo nakokiyên Tirkiye-Siûdiyê û Tirkiyê û rejîma Beşar El-Esed jî, heman rewş e.”

El-Gendûrî daxuyand ku “Kazimî nikare nakokiyên di navbera welatên hatin vexwendin de, çareser bike û nikare nêrînên wan jî nêzî hev bike. Ji ber ku tu kaxizeke zextê li dijî wan welatan di destê wî de tune ye, Ne Iraq ne jî Kazimî di dîplomasiyê de pêşketî ne da ku karibin bandorê li wan welatan bikin û helwestên wan bidin guhertin.”

El-Gendûrî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji van hemûyan girîngtir ku Iraq bi bi rêveberiiya sîstema siyasî ya heyî heta astekê ne serbixwe ye û dihêle ku wî di nava wan dewletan de navberkarekî paqij be. Hemû dewlet li Iraq û hikûmeta wê dinihêrin ku ew posterê Îranê û pêkanînê siyaseta derve ya Îranê ye. Ev yek rastiya Iraqê derbe dike û bawriya bi biryarên hikûmeta Iraqê, kêm dike.”

El-Gendûrî wiha pêde çû: "Ne hêsane ku dewletên ji bo civîna Bexdayê hatine dawetkirin ku dosyayên nakokiyê di navbera wan de û nakokiyên ku di yek civînê de nayên çareserkirin bêyî ku tu alî xwe ji aliyê din re dayne, nîqaş bike. Di vê demê de em vê yekê dûr dixin."

ENCAMÊN TÊNE TEXMÎNKIRIN

Der barê encamên têne texmînkirin El-Gendûrî wiha got: "Neyê texmînkirin ku Îran xwe ji aliyê Erebistana Siûdî yan jî dewleta Tirk re der barê dosyaya Sûriyê, dayne. Her wiha nayê texmînkirin ku dewleta Tirk xwe ji aliyê Sûriyê re yê hikûmetê yan jî Erebistana Siûdî yan jî ji Îranê re der barê dosyayên daleqandî, dayne."

El-Gendûrî destnîşan kir ku nexşerêya siyasî li ser ku hin alî li herêmê têne avakirin, şer pêvajoya ku di navbera dewletan de be derbas kir û gihaştiye şerê di navbera aliyan de, aliyê Îranê heye ku ji Iraq, Sûriyê, komên çete yên li Lubnanê û Yemenê hene û aliyê bi rêveberiya dewleta Tirk bi Qeterê re, aliyê sêyemîn jî bi serkêşiya Erebistana Siûdî, Îmarat, dewletên din ên kendavê û bi alîkariya Îsraîlê, nakokiyên di navbera wan aliyan de bi girêkin û heta astekê agirê wê nayê çareserkirin.

El-Gendûrî destnîşan kir ku heta nih Iraq bang li serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan kiriye da ku tev li civînê bibe, Qiralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz lê heta niha her du dewletan û dewletên din jî erêkirina beşdarbûna civînê ne ragihandine, tê texmînkirin ku tevlîbûn li ser asteke kêmtir ji wan dewletan be dibe ku li ser asta wezîrên karên derve yan jî parlementerên serok yan jî mîrên wan dewletan bin.

El-Gendûrî ev tişt anî ziman: "Lê Iraq dikare ku sûdê ji civînên bi vî awayî bigre tevî ku nûnertiya têde ne zêde bilinde da ku hin dozên lezgîn çareser bike weke doza avê ku Îran û dewleta Tirk qut dikin, mijara hêsankirina bazirganiyê ku Iraq bibe dergha tiranzîtê ji dewletên ku veguhestin bazirganî di navbera wan de heye. Lê ji vê zêdetir em texmîn nakin ku encamên pir girîng ji vê civînê derkevin."

El-Hafiz jî ev tişt got: "Encamên bi lez ji vê civîna yekem ji dewletên derdor re nayên texmînkirin. Lê tenê beşdarbûna bi nûnerên siaysî ji dewletên ku bang li wan hatiye kirin, dê pêngaveke pêşketî li ser rêya çareserkirina nakokiyên siyasî be. Nîqaşkirina doza bihckirina hêzên navneteweyî û hewldana erêkirina xêzkirina herêmên di bin serweriya wan dewletên xwe de he wiha jê dernakeve ku teqezî li ser derfeta hevkariya bi rûyên cûda di navbera van dewletan de, derkeve. Di dema pêşde dibe ku ev hevkarî di çarçoveya derxistina têkiliyên du alî yan jî 3 alî di navbera van dewletan de, derkeve."

ÇIMA KURD NE LI VÊ CIVÎNÊ NE?

Dewleta Tirk, Îran, Sûriye û heta Qeter dijminatiya gelê Kurd dikin. Têkildarî derfeta nîqaşkirina doza Kurd di vê civînê de analîzvan û nivîskar Hisên Omer got: “Dibe ku dewleta Tirk û Îran hewl bidin bi Îranê re lihev bikin, da ku derbeyekê li Kurdan bixin. Bi taybet hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). Nîşaneyên vê yekê jî hene. Her tim dewleta Tirk li ber çav û guhên hikumeta Iraqê û bi erêkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê beyî ku serdestiya xwe ya nîştimanî biparêze, operasyonên lêgerînê û şerên dijwar li wan çiyayan li dar dixîne.“

Omer wiha domand: “Erê rast e; hin caran van êrişan şermezar dike lê li ser asta pratîk tiştekî nake. Heta lihevkirina ku bi hikumeta Tirkiyê bi pergala Iraqê ya berê re li hev kiriye, betal nake.”

Ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi serokê Amerîkayê Joe Biden re bi rêya telefonê axivî, êrişeke fireh bi hemû cureyên çekan heta yên kîmyawî li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê di 23`yê Nîsanê de li dar xist, lê El-Hafiz dibêje ne pêkane kurd werin hedefgirtin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêveberiya Biden derfeta vê yekê nade, El-Kazimî nû ji Washingtonê hatiye. Ji bilî dewleta Tirk, ti nîşane tune ye ku ti aliyek şerê Kurdan bike. Ev mijar cuda ye ku xwedî mekanîzmeyeke danûstandinê û koordîneyeke nû ye û divê bi Amerîkayê re were nîqaşkirin.”

El-Hafiz wiha pê de çû: “Washington, hîna bi Tirkiyê re hêmanên gefên li dijî ewlehiyê herêmê nîqaş nekirine. Ez difikirim ku êrişkirina Kurdan li pêşiya wan hêmanan e. Lewra ji vê mentiqê ez dibînim ku di demeke nêz an jî dûr de dê tu şer li dijî Kurdan pêk neyê. Şert û merc ne guncaw in. Nîşaneyên lihevkirineke rûsî-amerîkî hene ku rê li pêşiya şerekî fireh li herêmê bigirin.”

ANHA