​​​​​​​Eşîrên Tebqayê: Divê Yekitiya Ereban li dijî destwerdana dewleta Tirk xwedî helwest be

Rûspiyên Tebqayê bang li civata navneteweyî û Yekitiya Ereban kirin ku bi lez biryaran bigirin, dagikirina li Iraq û Sûriyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bidawî bikin.

​​​​​​​Eşîrên Tebqayê: Divê Yekitiya Ereban li dijî destwerdana dewleta Tirk xwedî helwest be
17 tebax, 2021   00:47
TEBQA

Dewleta Tirk bi serkêşiya partiya serdest AKP û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan alozî û şerên li Sûriyê û Iraqê bi kar tîne û bi hincetên bê bingeh û di nava bêdengiya navneteweyî de bi awayekî ne qanûnî destwerdanê li welatan dike. Bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Li hemberî wan sûcan jî, Yekitiya Ereban û gelek hikumetên erebî bê deng in.

Girêdayî mijarê rûspiyê êla El-Weheb a Tebqayê Cemal El-Nihîtir got: “Ji destpêka şerê li Sûriyê ve yanî beriya 10 salan dewleta Tirk bi serkêşiya AKP`ê alozî bi kar anî da ku sûcan li Sûriyê pêk bîne. Iraq ji wan sûcan nefilitî ku ji 2003`yan ve dema hêzên Amerîkayê derbasî Iraqê bûn, tevlihev e.“

El-Nihîtir got: "Em êlên vê herêmê ne, em ê bi hemû derfetên xwe herêmên xwe ji dijminên ku hewl didin ewlehiya gel û herêmên me têk bibin biparêzin."

Rûspiyê El-Wehb bang li Yekitiya Ereban, Meclisa Hevkariyê ya Kendavê kir ku rola xwe di parastina Sûriyê, Iraq û Lîbyayê de pêk bînin, rê li pêşiya destwerdana dewleta Tirk bigirin, biryarên herêmî û navneteweyî bigire û hemû sûcên dewleta Tirk ên li herêmê rawestînin.

Rûspiyê êla El-Begara ya Tebqayê Ebdullah El-Midehî nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetên Bexda, Şam û Yekitiya Ereban a li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Sûriyê da.

El-Midehî bêdengiya demdirêj a Yekitiya Ereban û nebicihanîna rola xwe ya guncew a li hemberî hemû doz û êşên gelê Sûriyê rexne kirin.

Ebdullah El-Midehî bang li Yekitiya Ereban kir ku rola xwe bi awayekî aktîv pêk bîne li hemberî binpêkirin û zêdegaviyên Tirkan li Sûriyê û Iraqê biryarên tund bistînin.

(şx)

ANHA