Dagirkeran gundê Qurtqulaqê dorpêç kiriye û sivîlan direvînin

Çeteyên Sultan Murad ên artêşa Tirk a dagirker hîna jî dor li gundê Qurtqulaq ê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî girtiye. Çeteyan hin welatiyên din jî ku di nav de jin jî hene, ji gund revandin.

Dagirkeran gundê Qurtqulaqê dorpêç kiriye û sivîlan direvînin
16 tebax, 2021   12:53
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re ragihand ku çeteyên “Furqeya Sultan Murad” dorpêçkirina gundê Qurtqulaq ê navçeya Şera, dewam dikin ku di 11`ê Tebaxê de bi ser gund de girtibû û 15 sivîl revandibûn.

Çavkanî piştrast kir ku çeteyan hemû telefonên sivîlan desteser kirine û çûn û hatina ji gund qedexe kirine.

Her wiha daxuyand ku çeteyên Sultan Murad duh êvarê carek din bi ser gund de girt û nêzî 12 sivîl revandin. Ji ber ku çeteyan dest daniye ser telefonên destan, çavkanî nikaribû navên kesên hatine revandin, bi dest bixe.

Çavkanî her wiha got çeteyan muxtarê gund Arif Xelîl Mela (Ebû Cebra) ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibû diyarkirin, piştî ku îşkence lê kirine, berdaye.

Li gorî çavkanî, artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyan sivîlan direvîne.

(cx)

ANHA