'Tecîrda li dijî rêber Ocalan, berdewama şerên li Rojhilata Navîn e'

Yek ji rêveber PYD’ê Elaa Zahir da zanîn ku ji ber berjewendiyên dewletên hegemon ên li Rojhilata Navîn tecrîd li dijî rêber Abdullah Ocalan hat ferzkirin û got berdewamiya tecrîdê, tê wateya berdewamkirina şerê li Rojhilata Navîn.

'Tecîrda li dijî rêber Ocalan, berdewama şerên li Rojhilata Navîn e'
11 tebax, 2021   07:07
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Tecrîda ku desthilatên Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye berdewam e. Pêkhateyên li Rojhilata Navîn bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember tecrîdê bêdeng neman û roj bi roj çalakiyên şermezarkirina tecrîdê lidar dixin.

Yek ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elaa Zahir ê ji pêkhateya Ereb li ser mijarê wiha got: "Em gelên li Rojhilata Navîn di welatekî de dijîn. Lê mafên gelên herêmê yên jiyanê weke welatî di welatê xwe de tune ye. Lê bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelên herêmê xwedî li fikirê rêber Ocalan û fikirê neteweya demokratîk derket."

Zahir wiha gotina xwe domand: "Em wekî pêkhateya Ereb bi rêya vî fikirî û projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş dibînin ku bêyî desthilatiyê edalet ji bo tevahiya pêkhateyan pêk hat."

Zahir got:"Ji berjewendiyên dewletên hegemon in ku şer li Rojhilata Navîn dewam bike, da ku komkujiyan li dijî gel û pêkhateyan pêk bînin. Ji lew re li dijî rêber Ocalan komplo pêk anîn."

Zahir wiha li gotina xwe zêde kir: "Dema em banga rakirina tecrîdê ji ser rêber Ocalan dikin, em baş bandora wê yekê li ser gelên Rojhilata Navîn dizanin. Ji ber fikirê rêber Ocalan ji bo berjewendiya tevahî gelên herêmê ye û nakeve xizmeta desthilatê û projeya Ocalan projeyeke aştiyane û demokrasî ji gelên herêmê re ye. Lê berdewama tecrîdê li dijî rêber Ocalan bi armanca berdewama qirkirina li dijî gelên herêmê ji hêla dewletên hegemon e."

Elaa Zahir banga rakirina tecrîdê li dijî rêber Ocalan kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê tecîrda li dijî rêber Ocalan were rakirin, ji ber ew tecrîd li dijî gelên Rojhilata Navîn bi tevahî xeteriyek e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m0dmy2r0M0M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>