Li Minbicê gel daket qadan û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Minbicê daketin qadan û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê şermezar kirin.

Li Minbicê gel daket qadan û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
10 tebax, 2021   10:59
MINBIC

Bi sedan şênî û endamên saziyên Minbicê li ber Çerxerêya Mîzan a rojavayê bajêr kom bûn û ber bi qada giştî ya li naverasta bajêr ve meşiyan.

Li qada giştî meş rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mitîngê de hevserokê Komîteya Perwerde û Fêkirinê ya Minbic û Gundewarên Wê Suhîl Walî axivî û got: “Em sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û topbarana ku di encamê de sivîl dibin qurbanî, şermezar dikin.”

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji destpêkê ve aloziya Sûriyê bi kar anî da ku ajandeyên xwe yên li herêmê pêk bîne û careke din herêmê dagir bike û timayên Împaratoriya Osmanî pêk bîne. Di destpêkê de desteka DAIŞ`ê kir, niha jî piştgiriya şaneyên wê û komên çeteyan dike ku bi rêya wan herêmên Sûriyê dagir kirin.”

Berdevka Kombûna Jinan a Zenobya ya Minbicê Nesrîn El-Elî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmên ser sînor ên Minbicê û sivîlên di malên xwe de dike hedef û wiha domand: “Dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî ku di encamê de zarok hatin kuştin. “

Gelên herêmê li hemberî sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê bê navber nerazîbûna xwe nîşan didin.  

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pm0eEH0KpWE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>