​​​​​​​Meclisa Ekolojîk bi daxuyaniyekê bal kişand ser xetereya li ser xwezayê

Meclisa Ekolojîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser karesatên xwezayî û yên bi destê dewlet û sermayedaran li dijî xwezayê pêk tên û banga hestiyariyê kir.

​​​​​​​Meclisa Ekolojîk bi daxuyaniyekê bal kişand ser xetereya li ser xwezayê
10 tebax, 2021   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ekolojîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser karesatên di demên dawîn de li gelek deverên cîhanê pêk tên û diyar kir sedema sereke ya wan karesatan dewlet û aliyên sermayedar in ku dixwazin ji wê yekê sûdê wergirin.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir:

“Em wek Meclisa Ekolojîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kiryar û binpêkirinên dewletên sermayedar û pîşesaz ên der heqê xweza û jîngehê de şermezar dikin. Di serî de jî hikumeta AKP’ê ku di şer û dagirkeriya li dijî jîngeh û xwezayê de bê exlaq e. Hikumeta AKPê bi awayekî pir zêde û li pey hev, çekên kîmyewî û bîyolojîk bi kar tîne. Bi wan çekan sûcên şer li dijî mirovahî û jîngehê pêk tîne. Her wiha em bang li tevahî sazî, rêxistin, çalakvan û partiyan dikin, her wiha em bang li tevahî alîyên pabendî parastina mafên jîngeh û seqayê dikin da ku bi berpirsyariya xwe rabin û parastina jîngehê bikin da ku bikarin jîngehê ji guhertinên seqayî yên ku ji hêla terorên jîngehê ve tên pêkanîn, biparêzin. Eger ne wisa be, ev terorîstên ku li pey berjewendiyên xwe yên qirêj ketine, dê vê erdê ber bi qirbûnê ve bibin.”