Li Qamişloyê radyoya "RAM FM" vebû

Li bajarê Qamişloyê bi navê RAM FM radyoyek hate vekirin. Bi vê boneyê şahiyek hate lidarxistin.

Li Qamişloyê radyoya "RAM FM" vebû
Li Qamişloyê radyoya "RAM FM" vebû
Li Qamişloyê radyoya "RAM FM" vebû
Li Qamişloyê radyoya "RAM FM" vebû
Li Qamişloyê radyoya "RAM FM" vebû
Li Qamişloyê radyoya "RAM FM" vebû
8 tebax, 2021   20:20
QAMIŞLO

Bi boneya vekirina radiyoya RAM FM şahiyek li hola Zana ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Bi dehan rojnamevan, siyasetmendar û nûnerên saziyên sivîl di şahiyê de amade bûn.

RAM FM beriya du heman bi zimanên erebî û kurdî dest bi weşan testê kir û dê sibe fermî dest bi weşandina bernameyên xwe bike.

RAM FM li ser pêla 88:00'an ji saet 06:00 heta 00:00'an weşanê bike, her wiha dê bernameyên wê li ser medyaya dîjîtal werin weşandin.

Di şahiyê de endama RAM FM Mîdiya Eko bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em di radyoya RAM FM bi rêveberî û kadroyên we bi xêrhatina we dikin û we agahdar kirin ku radio di 1'ê Hezîrana 2021'an dest bi weşana test kir. Heta em karibin em ê hewl bidin ku ev radio bibe deng û hêviyên şêniyên me yên li ser vê erdîngariyê. Her wiha em ê hewl bidin ku li hemberî tundrawiyê bixebitin û şopên wê yên ku hîna di civaka me de hene rakin."

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif vekirina RAM FM li gelê herêmê pîroz kir û got: "Ragihandina peyama welatiyan dighîne raya giştî, gelek dezgehên ragihandinê vebûne, ev dide diyarkirin ku qada ragihandinê li herêmê bi pêş dikeve û me bedên li ser ragihandinê ku beriya şoreşa Rojava li ser herêmê hatibû ferzkirin, derbas kirin."

ANHA