​​​​​​​Şehîd Mihmed El-Ehmed li Lavrîo hate bi bîranîn

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Mihemed Ehmed El-Ehmed (56) yê ku di roja 17'ê Hezîranê de şehîd bûbû li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê hate bi bîranîn.

​​​​​​​Şehîd Mihmed El-Ehmed li Lavrîo hate bi bîranîn
5 tebax, 2021   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Merasîmê bîranînê bi pêşengiya Komîteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan bi girseyî hate lidarxistin. Cihê bîranînê bi posterên şehîd Mihemed Ehmed El-Ehmed û rêber Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ û HPG'ê hat xemilandin.

Malbata şehîd El- Ehmed a penaber jî tev li bîranînê bû. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir. Birayê şehîd Mihemed, Mehmûd Ehmed diyar kir ku birayê wî şoreşgerekî mezin bû û ji bo şoreşê canê xwe da. Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Şoreşa Rojava bi xwîna şehîdan bi ser dikeve. Axa Rojava bi xwîna şehîdan ve hat şûştin. Şehîdên me nirxên me ne. Tu carî nayên jibîrkirin. Bejna xwe li ber wan ditewînim. Sehîd tu carî namirin û her tim di dilê me de ne."

Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Xeyrî Uludag axivî û wiha got:"Em gelê Kurd bi saya sehîdan gihaştine vê astê. Bi saya Serok Ocalan û PKK'ê em Kurd hatin vê merhelê. Divê em tim li cangoriyên xwe xwedî derbikevin. Şehîd rûmeta me ne. Rêya wan wê her tim pêşeroja me ronî bike. Şehîd namirin. "

Bîranîn bi sînevîzyona ku ji bo şehîd Mihemed hatibû amadekirin û bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA