Çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan…xeteriya ku gefê li cîhanê dixwe

Ruxmî têkbirina DAIŞ`ê jî, hîna çete û malbatên wan li ser tevahî cîhanê xeteriyê çêdikin. Jinên DAIŞ`î yên li Kampa Holê zarokên xwe ji bo karên terorî amade dikin.

Çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan…xeteriya ku gefê li cîhanê dixwe
6 tebax, 2021   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞEYMA ELÎ

Roj bi roj sûcên li Kampa Holê zêde dibin. Lê hêzên naventeweyî bangawaziyên Rêveberiya Xweser ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kampa Holê, ku bi hezaran malbatên DAIŞ`î û koçberên ji Sûriyê û Iraqê lê dimînin, paşguh dike.

KAMPA HOLÊ…

Kampa Holê ji beriya 30 salan ve ji bo penaberên Iraqî yên di sala 1991`an ji şerê Kendavê reviyane Sûriyê, hate avakirin. Piştî destwerdana Amerîka li Iraqê sala 2003`an kamp ji nû ve hate vekirin. Penaberên iraqî careke din li vê kampê hatin pêşwazîkirin.

Ji ber ku kamp nêzî sînorên Sûriye-Iraqê ye û wekî nuqteyeke girêdana di navbera herdu dewletan de ye çeteyên DAİŞ’ê di aloziya Sûriyê de dest danîn ser kampê.

Bi rizgarkriina herêma Holê û Kampê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve di Mijdara 2015`an de, koçberên sûrî li vir hatin bi cihkirin. Piştre di Cotmeha 2016`an de piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê penaberên iraqî berê jî berê xwe dan vê kampê.

Di sala 2019’dan de ku çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê hatin dorpêçkirin vê carê jî malbatên çeteyên DAIŞ`ê şandin kampê.

Li gorî serjimariya dawî ya Rêveberiya Kampa Holê, niha li kampê 16404 malbat hatine bi cihkirin. Hejmara kesên ku lê dimînin jî 60351 kes e. Ji wan; 8555 zarok û jinên DAIŞ`î di nava 2529 malbatî de ne, 30738 penaberên iraqî di nava 8256 malbatî de ne, 21058 jî koçberên sûrî yên di nava 5629 malbatî de ne.

XÎLAFETA BIÇÛK.

Rojnameya “The Wall Street Journal” di raporeke xwe de behsa planên çeteyên DAIŞ`ê yên ji bo ji nûve avakirina serweriya xwe ya li kampê dike. Tê gotin ku, li vê kampê ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve amadekari tê kirin ku bi rêya şebekeyan planên revandina girtiyên DAİŞ yên di zindanan de te kirin, planên çalakiyên komkirina pereyan û veguhestina serçeteyan ji bo Idlibê li vê kampê tê kirin.

Li gorî rojanmeyê, Kampa Holê ku tê de jin û zarokên DAIŞ`î hene piştî têkçûna çeteyan veguheriye “xîlafeteke biçûk bi tena serê xwe”. Li wê derê jinên DAIŞ`î îdeolojiyaya radîkal a çeteyan fêrî zarokan dikin û planên komkirina pereyan ji bo zindîhiştina DAIŞ`iyên li derveyî kampê, bi rêve dibin.

Çavdêr dibînin ku Kampa Holê ku çeteyên DAIŞ`ê lê ne veguheriye dibistanake xeter a terorê.

JINÊN DAIŞ`Î ZAROKÊN XWE JI BO KARÊN TORORÎ AMADE DIKIN

Di 23`ê Adara 2019`an de çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê di aliyê erdnîgarî de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokraîtk ve hate tunekirin. Lê belê DAIŞ bi dawî nebû û fikirê wan di mêjiyê zarok û jinên DAIŞ`î yên li Kampa Holê de hatiye çandin. Jinên DAIŞ`î zaorkan li ser fikrê radîkal, li ser kuştinê û sûcan mezin dikin. Ji ber wê dema ku ev zarok mezin bibin wê ji bo karên terorî amade bin.

Ruxmî ku piraniya çetayan hatin binçavkirin û kuştin jî, lê belê jinên DAIŞ`î yên Ii Kampa Holê poşman nebûne û hewl dide zarokên xwe ji bo karên terorê amade bikin.

Li gorî pêşbîniyên çavdêran, tişta li Kampa Holê rû dide, wê jinûve tevlîheviyê vegerîne herêmê.

ROJ BI ROJ SÛC ZÊDE DIBIN

Li kampê bûyerên ewlekariyê wekî revandin, êrişên li dijî parêzvanên kampê an xebatkarên warê mirovî bi rêya kêr û dabanceyên bêdeng, rû didin. Çete her wiha kesên ku dûrî fikrê wan dikevin û jiyaneke asayî dijîn jî, hedef dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di Hezîranê de li kampê 8 kes bi guleyan hatine kuştin.

Kesên ku hatine kuştin ji Sûriyê û Iraqê ne (di nava wan de ciwanekî iraqî yê 16 salî, 2 xwişkên ji Sûriyê yek ji wan 17 salî ye, hene). Ew kes bi guleyan di serî de hatine kuştin. Her wiha jineke rûsî hatiye birîndarkirin.

Li kêleka wê yekê, Hêzên Sûriya Demokratîk di rapora xwe ya mehane de got ku “çeteyên DAIŞ`ê tevgera xwe li hundirê Kampa Holê dewam dikin. Bûyerên kuştinê li dijî şêniyên kampê yên dûrî fikrên wan ên radîkal pêk tînin.”

Ji destpêka îsal ve li kampê ku ji sedi 93 zêdetir ji niştecihên wê jin û zarok in, 47 kes hatine kuştin.

RÊVEBERIYA XWESER BANG DIKE, CIVAKA NAVNETEWEYÎ JÎ XWE DIDE ALÎ

Ji dema ragihandina tunekirina DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de Rêveberiya Xweser bang li welatên ku hemwelatiyên wan di nava DAIŞ`ê de hene, dike ku wan werbigirin û vegerînin welatên wan. Her wiha bang dike ku dadgehek naventeweyî ji bo dariznadina DAIŞ`iyên di girtîgehan de were avakirin.

Piraniya dewlet, xwe ji berpirsiyariyên xwe yên li hemberî malbatên DAIŞ`ê û çeteyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, didin alî.

Hin dewletan welatiyên xwe vegerandin. Bi taybetî zarokên ku di şer de bav û dayikên xwe winda kirine lê jinan nabin. Welatên din jî ku piraniya wan endamên koalîsyona li dijî DAIŞ`ê ne, guhê xwe li van bangawaziyan digirin. Ruxmî ku ev malbatên çeteyan li ser civaka navneteweyî bi giştî û li ser herêmê bi taybetî xeter in.

Têkildarî helwesta welatên rojavayî li hemberî vegerandina çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser, Şêxmûs Ehmed wiga di axife: “Ji bo malbatên DAIŞ`î, gelek sedem hene ku dewlet heta niha bersiva bangawaziyên Rêveberiya Xweser nadin. Jin wan hin sedemên siyasî û ewlehiyê ne. Her wiha zextên dewletên herêmî heye ku ji ber ku welatên rojavayî guh nadin bangawaziyên rêveberiyê û bangawaziyên malbatên DAIŞ`î.”

Ehmed destnîşan kir ku hin welat bersiva van bangawaziyan didin, lê belê piraniya welatan heta niha ti gav di vê alî de neavêtine. Berovajî wê hemwelatîbûn ji welatiyên xwe yên li kampan û bi taybetî yên li kampên Roj û Holê, kişandin e.

ZEXTÊN HERÊMÎ

Ehmed daxuyand ku çareseriya siyasî li Sûriyê roleke girîng di vegerandina wan malbatan de dilîze. Naskirina Rêveberiya Xweser ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ`iyên biyanî yên di girtîgehên rêveberiyê de, girîng e.

Ehmed bal kişand ser zextên herêmî û bi taybertî yên dewleta Tirk û hikumeta Şamê û Rûsyayê, yên ku welatiyên xew ji kampan venagerînin.

SOZÊN NAYÊN PÊKANÎN

Ruxmî ku Rêveberiya Xweser gelek caran bang li civaka navneteweyî kir û ruxmî ku hin welatan têkildarî vegerandina welatiyê xwe hin pêşniyar kirin, lê belê wan welatan pêşniyarên xwe pêk neanîn.

Ehmed di vê derbarê de got: “Di navbera rayedarên Rêveberiya Xweser û şaneyên ku tên herêmê de têkildarî çeteyên DAIŞ`ê nîqaş tên kirin. Lê belê ev nîqaş hîna negihaştine asta pratîkî. Armanca wan şandeyan ew e ku li ser rewşa malbatên DAIŞ`ê û rewşa çeteyên li girtîgehan, lêkolînan amade bikin.”

Şêxmûs Ehmed di axaftina xwe de behsa hejmara endamên malbatên DAIŞ`ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev agahî dan: “Nêzî 9 hezar jin û zarok li Kampa Holê hene. Her wiha derdorê 2 hezaran li Kampa Roj, bi deh hezaran çekdar li girtîgehan hene.”

GIRTINA DERGEHAN REWŞA XAMBAXTIR KIR

Ehmed teqez kir ku hebûna çeteyên DAIŞ`ê li girtîgehan û malbatên wan li kampan, barê Rêveberiya Xwerser di aliyên ewlehî, aborî û heta civakî de girantir dike û wiha dewam kir: “Rêveberiya Xweser tevî hêzên koalîsyona naventeweyî hemû lêçûnên diravî û parastinê li girtîgehan bi derfetên xwe pêk tine. Ev bareke giran e.”

Beriya nêzî du salan dergehê Til Koçer/Yerûbiyê bi birayara Meclisa Ewlehiyê bi vetoya Rûsya û Çînê hate girtin û heta niha jî girtî ye. Alîkariyên mirovî tenê di dergehê Bab El-Hewa yê li bakur rojavayê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê re derbas dibin û alîkarî nagihêjin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ehmed behsa bandora girtina deriyê Til Koçer jî kir û got: “Girtina deriyê sînor bi taybetî deriyê Til Koçer, barê Rêveberiya Xweser girantir kir. Rêveberî tevî hin rêxistinan xizmetên sereke pêşkêş dike, lê belê ev têrê nake.”

Têkildarî pêşniyarên ku Rêveberiya Xweser ji bo dûrxistina xeteriya DAIŞ`ê pêşkêş kirine de jî, Şêxmûs Ehmed got: “Rêveberiya Xweser gelek pêşniyar pêşkêşî civaka navaneteweyî kir. Bi taybet bang li Yektiya Ewropayê kir ku malbatên çeteyan ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin. Ger ev ne be jî dive kamp di nav xwe de bê dabeşkirin. Navendan ji bo jinûve perwerdekirina zarok û jinên çeteyan bên vekirin. Her wiha divê di aliyê ewlehî û aborî de piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.”

(cx)

ANHA